Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî 2025-07-31 11:21:53   AFYON – Li navçeya Hocalarê şewata ku bi daristanê ket hate kontrolkirin, di şewatê de 5 hektar daristan şewitî.    Şewata daristanê ya li gundê Çepnî yê navçeya Hocalar a Afyonkarahîsarê, piştî midaxileyan hate kontrolkirin. Komên agirkujiyê, piştî 12 saetan şewat tefand. Li herêmê xebatên hênikkirinê didomin.    Ji ber şewatê 5 hektar daristan zirar dît. Li qada şewatê xebatên tespîta xisarê didomin.