Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê 2025-07-31 10:28:02 RIHA – Xûşka Berîvan Demîr a YJA Star’î ku hate ragihandin jiyana xwe ji dest daye Şehrîban Demîrê got: “Bila ev şer bi dawî be. Aştiyeke mezin pêk bê. Em wek malbata Berîvanê aştiyê dixwazin.” Gelek jin beşdarî şîna Berîvan Demîr a YJA Star’î ya ku hate ragihandin li qada Çemankê ya herêma Garê ya girêdayî Herêma Federe ya Kurdistanê di 2019’an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest daye, bûn. Xûşka Berîvan Demîrê Şehrîban Demîr, di şîna xûşka xwe ya ku li taxa Marût a navçeya Pirsûs a Rihayê hate danîn de diyar kir ku xûşka wê ji bo azadiya jinan têkoşiya û ev tişt got: “Berîvan, ji bo jin xwe karibin biparêzin û ji bo hezkirina xwe ya malbatê û gel beşdarî vê têkoşînê bû.”   ‘DIVÊ TU JIN SERÎ TEWANDÎ NEMEŞIN’   Şehrîban Demîr, diyar kir ku xûşka wê dema destgirtî bû tevlî têkoşînê bûye û got: "Bêrîvan pir jîr, dilsoz û dilşad bû. Em bi hev re mezin bûn. Ew hevrêya min bû. Ew pir cûda bû. Ew her gav bi serbilindî dimeşiya. Bêrîvanê digot, 'divê tu jin serî tewandî nemeşin.' Îro, em bi serbilindî dimeşin."   ‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ’   Şehrîban Demîrê, desetnîşan kir ku xûşka wê hezkirina xwe ya malbat û gelê xwe veguherandî têkoşînê û divê her kes piştigriyê bide pêvayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dizanim Berîvanê jî ev tişt dixwest. Dixwest ku kesek negirî, dayikên şehîdan negirîn. Êdî em aştiyê dixwazin. Bila dayikên gerîla û dayîkên leşkeran destên hev bigirin. Dilê me şewitî bila yê kesê neşewite. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê. Bila ev şer bi dawî be. Aştiyeke mezin pêk bê. Em wek malbata Berîvanê aştiyê dixwazin.”