Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in 2025-07-27 09:01:10   DÊRSIM - Welatiyên tevlî Mîhrîcana Mûnzûrê bûn diyar kirin ku pêwîst e dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber bavêje û gotin, "Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in."   Îsal li Dêrsimê 23'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşmeya 'Dêrsim jiyan e; Dest nede xwezaya min, vîna min, zimanê min, baweriya min' bi tevlîbûneke xurt didome. Di mîhrîcanê de wêrankirina ekolojiyê, êrîşên li hemberî jinê, daxwaza zimanê dayikê, demokrasî û 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' hatin nîqaşkirin.   Welatiyên beşdarî mîhrîcanê bûn têkildarî pêvajoya nêrînên xwe anîn ziman. Alî Akdag anî ziman ku gavên PKK'ê avêtine erênî dîtine û wiha got: "Em Kurd her tim li pişt sozên xwe ne. Lê belê, ya ku îro AKP-MHP dibêje dibe ku sibe ji hev cuda bin. Ji bo bêbaweriyê ji holê rakin divê destpêkê girtiyên siyasî serbest bên berdan. Eger gavên bi vî rengî werin avêtin, hingî em ê samîmiyeta wan bibînin. Em Kurd her tim alîgirê aştî û yekitiyê bûn. Gelo Kurd dê di destûra bingehîn de bibin xwedî statû, dê hebûna me bê nasîn? Daxwaza me di serî de mafê Kurdan e ku bi destûra bingehîn were naskirin û ewlekirin. Divê kurd bikaribin bi zimanê xwe azad biaxivin. Baweriya bi gotina dewletê nîne, lê di nava gel de têrkerî heye. Em teqez li dijî mirinê ne. Em mirovên ku ji bo jiyanê têdikoşin û alîgirê demokrasiyê ne. Lê ez hêvî dikim ku vê carê pêvajoyeke baş derxe holê û xwesteka jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan pêş bikeve."   'JI BO GELAN FIRSEND'   Ayşe Ozdamar diyar kir ku pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, bi taybetî ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn firsendek e û wiha got: "Tenê temaşekirin têrê nake. Wê demê dibe ku em vê fersendê ji dest bidin. Pêwîste em daxwazên xwe bi rêxistin bînin ziman. Civakîbûna aştiyê ferz dike ku hemû gel û kedkar ji bo civaka demokratîk têbikoşin. Eger em vê firsendê bi dest bixin, sibeyên bedew li benda me ne. Eger em vê nekin, em ê tiştên baş qet nejîn."   'DIVÊ TEQEZ DEWLET GAV BAVÊJE'   Ayşe Ozdamar xwest ku dewlet gav bavêje û wiha axivî: "Lê belê teqez divê dewlet gavan biavêje. Di destpêkê de, bi rastî hin tedbîrên hêsan hene ku tewra hewceyê qanûnan jî tune. Mînak; serbestberdana girtiyên nexweş, rakirina mercên tecrîdê û li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), berdana gelek girtiyên ku hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de... Lê yê ku dewletê dehf bide ku gav bide avêtin em in. Em gel in. Dema em tiştekî nakin, lingên xwe li ser vê mijarê kaş dikin. Wezîfeya me ye ku em wan dehf bidin."   Mîhran Pîrgîç ev tişt anî ziman: "Eger neteweperestên li dora hikûmetê hewl bidin vê pêvajoyê fêm bikin, em dikarin bi rengekî aştiyane bi pêş ve bibin. Kurd wê bawer nekin ku ev pêvajo wê bi tena serê xwe bi pêş bikeve. Di têkoşîna xwe ya siyasî de weke dijberiya şerê çekdarî wê di aliyê herî dijwar de têbikoşin. Ez welatiyekî Ermenî me. Weke Ermeniyan, em hindikahî, yên din ji xwe niha li Tirkiyeyê ne kêfxweş in. Dibe ku bi başbûna têkiliyên di navbera Kurd û Tirkan de em dikarin hinekî rehetî jî bibînin."   Servet Pala, pêngavên ku PKK'ê di nava pêvajoyê de avêtiye bi bîr xist û bal kişand ku divê Tirkiye jî gavên şênber û demokratîk bavêje û wiha got: "Bêguman aştî mafê herî xwezayî yê hemû mirovan e. Di dawiyê de, ya ku divê bibe aştî ye. Biratî û aştî ji bo me hemûyan pêwîst e. Gelê Kurd sed sal in bi pêkanînên antî demokratîk re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê, ji bo vê aştiyê divê di demeke herî nêz de gavên şênber werin avêtin. Êdî ne dema xapandina hev e. Divê çareseriya pirsgirêka Kurd û mafên gelê Kurd di bin banê Parlementoyê de bê parastin."   MA / Rukiye Payîz Adiguzel