Li Enqereyê hevdîtinên balkêş 2025-07-17 17:37:06   ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, bi Wezîrê Parastinê, Serfermandarê Giştî û fermandarê hêzên leşkerî re hevdîtin kir. Kûrtûlmûş, paşê bi Erdogan re hevdîtin kir.    Serokê Meclisa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş, li ofîsa xwe ya li meclisê bi Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serfermandarê Giştî Metîn Gurak û fermandarên hêzên leşkerî re civiya.    Kûrtûlmûş piştî vê civîna krîtîk, bi Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan re li Beştepeyê civiya.   Di civînan de "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a têkildarî pirsgirêka kurd ku berdewam dike û plana avakirina komisyona li meclisê ya ji bo şopandina pêvajoyê hatin gengeşekirin. Der barê civînan de daxuyaniyeke fermî nehat dayin.