Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe 2025-07-17 09:16:09 ŞIRNEX- Li Cîzîrê ku germahî heya 49 pileyan zêde dibe, birîna daran û bendavên tên çêkirin, germahiyê zêdetir dikin. Cizîriyan got: "Gundên me talan kirin, xwezaya me tune kirin, avhewaya me guherî, ji ber germê em nikarîn derkevîn derve, vê talanê bidin sekinandin."    Li Çiyayên Cûdî, Gabar û Cilênimîja û herêman Besta, Komato û Qaşûran ên Şirnexê bi salan e di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan bênavber dar tên birin. Darbirîna li herêmê, kanên komirê, derxistina neftê û çêkirina projeyên HES û GES'ê bandoreke neyînî li hevsengiya hawirdorê û avûhewaya herêmê dike. Li gorî daneyên sala 2023'yan ên Midûriyeta Daristanan, li Şirnexê ji sedî 8'ê qadên daristanî hatine tunekirin û tê payin ku di 2 salên dawî de ev hejmar bibe ji sedî 16. Qirkirina xwezaya li herêmê dibe sedema zêdebûna germahiyê. Li navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê termometre her çendî ji sedî 49 derbas dike jî, germahiya ku tê hîskirin zêdeyî ji 50'î pileyî ye. Li navçeya Cizîrê ku li herêmê navçeya herî germ e, gel ji ber germê nikare bi roj û şev ji malen xwe xwe derkeve. Ji ber zêdebûna germê kolanên bajêr vala mane û gelek kargehên bajar jî girtî ne. Dikandarên ku nikarin bixebitin destvala diçin malên xwe. Welatiyên ku li malê dimînin jî, klîmayan vedikin û bi vekirina klîmayan jî faturayên wan ên ceyranê zêde tên û nikarin bidin.    Me li navçeya Cizîrê têkîldarî bandora qirkirina xwezayê ya li ser hewaya herêmê mikrofon dîrêjî gel kir.    Ji welatiyan Abdulazîz Sanri diyar kir ku ji ber germê ew nikarin ji malên xwe derkevin û wiha axivî: "Darên me tên birin, oksîjen namîne, baran jî kêm dibare. Ev hemû sedemên germbûna hewayî ne. Berê avahiyên me ax bûn, hînîktir bûn, lê îro em dinêrin qat bi qat bîneyên ji beton çêkirine. Oksîjena me nema, li ew deverên ku dar lê tên birîn  jî ajal nikarin êdî bimînin. Hêviya me ji rayedarên dewletê ew e ku vê darbirînê bidin sekinandin û darçandinê bidin destpêkirin. Di nava rojê de em nikarin derkevin derve. Karekî me hebe em derdikevin nebe em nikarin derkevin. Divê bihayê ceyranê jî erzan bikin, ji ber germê em neçar in ku klîmayan vekin, dema ku em vedikîn jî fatûraya ceyranê zêde tê."    'OZAN JÎ GERM BÛNE'   Ji dikandaran Mehmet Zeki Civildak ê ku heta êvarê li ber êgir xwarinê çêdike jî bi lêv kir ku li gel destpêkirina qirkirina xwezayê ya li herêmê rewşa hewayî guheriye û got: "Cizîr ne wekî berê ye, dar nehiştin, çavkaniyên avê nehiştin. Deh sal beriya niha rewşa hewaya Cizîrê ne wisa bû, hewaya wê xweş bû, hênik bû. Bendav tên çêkirin av kêm dibe, ava Çemê Dîcleyê jî kêm dibe. Heta niha hêviya me ew çem bû lê ji ber bendavan ew hênîkbûna çem jî kêm bûye. Daristan jî neman. Dar nehiştin, qadên seyranê nemane ku gel biçin seyranê. Heta ku zozan jî germ bûne, li herêmên bejahî jî dar nemane. Ez li vir li ser êgir xwarinê çêdikim lê kar tune ye, gel ji ber germê dernakeve û karê me sekiniye. Em nikarin pereyê karkeran jî bidin, gelê herêmê jî ji ber germê direve diçe rojavayê Tirkiyeyê. Bila daran biçînin da ku li navçeya me jî jiyan hebe, bila vê darbirînê bidin sekinandin."    'RAYEDARÊN DEWLETÊ ÇAVÊN XWE DIGIRIN'   Ji welatiyan Huseyin Kacan jî bertek nîşanî çêkirina bendavan da û got: "Em li dijî çêkirina bendavan in. Cizîr ne ev qasî germ bû, hêniktir bû. Ji ber çêkirina bendavan ev qasî germ bû. Ez ji Qilebanê me, darên herêmê hemû birîne û dibin. Ji vir heta Amedê dar birîn heye. Çima darên Boluyê nayên birîn? Çimkî ew der ne Kurdistan e. Pirsgirêk pir in lê şîrove tune ye, em nikarin biaxivîn. Rayedarên dewletê jî ji vê talanê re çavên xwe digirin."   'DARBIRÎNÊ BIDIN SEKINANDIN'   Ji welatiyan Alî Başkurt jî bal kişand ser qirkirina xwezaya herêmê û ev tişt gotin: "Îsal ji salên borî pir germtir e. Îsal ne baran barî û ne jî berf barî. Ji ber ku hewa pir germ e em klîmayê didin xebitandin. Ew jî fatûrayê ceyranê pir zêde tê. Darbirîn heye, agir berdidin daristanên me ji ber wê ev qas germ e. Li aliyekî daran dibirin û li aliyê din jî bendavan çêdikin. Emrê min mezin e, ji ber ku hewa pir germ e nikarim derkevim derve. Nexweşiya dil bi min re heye, ez nikarim derkevim. Qet nebe bila bihayê fatûrayên ceyranê erzan bikin. Bangawaziya me ew e ku darbirînê bidin sekinandin. Bila bes darên me bibirin, li cihê darên ku hatine birîn jî bila daran biçînin."    'KOLAN VALA NE'   Sezen Cagirga jî got:" Heke em neçar nebin em ji malê dernakevin. Ji ber germê em nikarin derkevin. Cizîr her sal germ e, lê îsal pir germ e. Kolan hemû vala ne, heke karê kesekî nebe dernakeve. Îsal çavkaniyên avê kêm bûne, dar tên birin. Heke darbirîn nebûya hewa jî ev qas germ nedibû, çavkaniyên avê kêm nedibûn."   Ji welatiyan Huseyin Kaplan jî nêrazîbûna xwe ya li hemberî qirkirina xwezaya herêmê anî ziman û got ku heke ku li ser xwezaya wan a herêmê mudexele nebûya îro wê ev qas li ber germê li ber xwe nedana.    'REWŞA HEWAYÎ DIGUHERE'   Ji dayikan Vetha Damarê jî da zanîn ku ew hatiye vî emrê xwe heta niha wê germeke wiha neditiye û ev tişt anîn zimên: "Berê wisa ne germ bû, berê bi qasî bejna min berf dibariya. Lêbelê van salan berf nabare û germ jî pir zêde bûye, erd zuwa ye. Mal beton in, erd beton e ji ber wê jî hewa guheriye."    BI 5 HEZAR LÎREYAN DEBARA XWE DIKE 8 HEZAR FATURAYA CEYRANÊ DIDE   Emine Aslanoglûyê jî bertek nîşanî qirkirina xwezaya herêmê da û ev tişt gotin: "Ev 28 sal in ez li vir dijîm, cara ewil e ez germeke wiha dibînim. Ceyran biha ye, xelk nikare klîmayên xwe veke. Aramî ji me re nemaye. 4 zarokên min hene, em nikarîn ji ber germê razên. Heta çend roj beriya niha jî 8 hezar TL me fatûrayê ceyranê razandine. Bi 5 hezar lîreyan ez debara xwe dikim, ez ê çawa faturayê bidim? Niha bi çêkirina santralên termîk, bendav û birîna daran xwezaya me xerab kirin. Heke ku santralên termîk nebin, darbirîn nebe guhertina avhewayê jî çênabe."   'DIXWAZIN BIÇIN GUNDÊ XWE'   Ji jinan Ayşe Ertenê jî îşaret bi talana li ser xwezaya herêmê kir û got: "Darên me dibirin û her tiştî tînin serê me. Cizîr berê ne wisa germ bû. Em nikarin fatûraya ceyrana xwe bidin. Ez bi 3'ê hezaran debara malê dikim û 7 hezar fatûraya ceyranê didim. Germ e, em nexweş in, bê klîma nikarîn bijîn. Roja li Cizîrê bûye havîn, ez nû bi biroj li Cizîrê derdikevim derve. Pêwistiya me nebe em dernakevîn derve. Gundên me talan kirin, xwezaya me tune kirin. Her kes jî bêdeng e. Em dixwazîn ku gundên me ava bibin, em biçin gundê xwe, darên me nebirin. Xwedê heqê me li erdê nehêle."    MA / Emrullah Acar-Zeynep Dûrgût