SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike 2025-07-15 10:10:25 ENQERE - Serokê SOLDEP'ê Deniz Can Aydin diyar kir ku ew ê "Komîsyona Aştî û Demokrasiyê" ava bikin da ku pêvajoyê ji raya giştî re rave bikin û got: "Divê pirsgirêk li ser bingehên qanûnî, siyasî û hiqûqî were çareser kirin."   Bangewaziya bidîmen ya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Tîrmehê de hat weşandin. Li ser bangewaziyê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî, di 11'ê Tîrmehê de li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, merasîmeke dîrokî li dar xist û çekên xwe îmha kirin. Niha hemû çav li ser xebatên dewletê û derdorên civakî ye.    Serokê Partiya Sosyalîst (SOLDEP) Deniz Can Aydin, planên wan ên ji bo pêvajoyê nirxand û diyar kir ku ew ê "Komîsyona Aştî û Demokrasiyê" ava bikin da ku pêvajoyê ji raya giştî re rave bikin. Aydin bal kişand ser krîtîkbûna qonaxa niha ya pêvajoyê û got ku ew ê bi "Komîsyona Aştî û Demokrasiyê" pêvajo civakî bikin.    Aydin diyar kir ku komîsyon dê di demeke nêzîk de ji raya giştî re were ragihandin û got: "Em ê hewl bidin ku bersiva pirsên raya giştî yên li ser pêvajoyê bidin. Em ê li rêyan bigerin ku tevkariyeke avaker di pêvajoyê de bikin. Em ê civînan li dar bixin da ku pêşketinan bişopînin û danûstendinê. Em ê di encama van civînan de raporan amade bikin. Girîng e ku sosyalîst li ser vê pêvajoyê biaxivin, gengeşeyanbikin û di vî warî de peywirê bigirin. Komîsyona ku em ê ava bikin dê li gorî wê dest bi xebatên xwe bike."   CIVAKÎBÛNA PÊVAJOYÊ   Aydin bal kişand ser peyama bidîmen ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku ev gav tabûyên ku bi salan e nehatibûn derbaskirin şikandiye. Aydin got: "Ev banga bidîmen bi qasî sembolîk bû jî, ji hêla siyasî ve girîng e. Her wiha peyamên jidilo ji bo aştiya hevbeş radigihîne. Di vê çarçoveyê de, ev gaveke pir girîng bû."   Aydin destnîşan kir ku divê hemû aktorên di siyaseta Tirkiyeyê de bi raman, rexne û pêşniyazên xwe bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin û got: "Bang her wiha nîşan dide ku divê hemû raman bi awayekî vekirî di qada giştî de werin nîqaşkirin û daxwaza aştî û civakeke demokratîk li seranserê hemû beşên civakê were nîqaşkirin û belavkirin."   'DIVÊ DEMILDEST KOMÎSYON WERE AVAKIRIN'   Aydin diyar kir ku demokratîkbûn veguherînekê pêwîst dike ku hemû beşên civakê vehewîne û divê komîsyona ku li Meclisê were avakirin ji hêla hemû beşên civakê ve xwedî lê bê derketin. Aydin got: "Înîsiyatîfek demokratîkbûnê ya berfireh dê veguherîna civakî misoger bike. Pirsgirêka kurd divê li ser bingehên qanûnî, siyasî û hiqûqî were çareserkirin. Ji bo pêşveçûneke baş a pêvajoyê, destpêkirina xebatên komîsyonê pir girîng e."   MA / Omer Gungor