Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike 2025-07-15 09:23:04   STENBOL- Nagehan Avçil a OHD'î diyar kir ku ew ê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di meha Îlonê de daxuyaniyeke nû li ser "mafê hêviyê" bidin û wiha got: "'Mafê hêviyê' bi qasî hiqûqî be, dê ew qasî tevkariyê li pêvajoya civaka demokratîk bike."   Di 18'ê Adara 2014'an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) cezayê girtîgehê yê girankirî yê heta hetayê bêyî mafê berdana bi şertî (mafê hêviyê) li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dît. DMME'yê daxwaz kir ku Tirkiye sererastkirinên xwe yên di vî warî de bi cih bîne. Tevî 11 sal derbas bûne jî, der barê biryara "binpêkirinê" de tu gav nehatine avêtin.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), piştî sê salan di civîna xwe ya di 17-19'ê Îlona 2024'an de biryarên binpêkirinê yên DMME'yê ji nû ve nirxand. Komîteyê daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst bêyî derengketinê werin girtin. Komîteyê hişyarî da ku heke tedbîr neyên girtin, dê di civîna xwe ya di Îlona 2025'an de biryareke bigire.    Bi nêzîkbûna meha Îlonê re, Tirkiyeyê "planeke çalakiyê" ya nû pêşkêş kir. Tirkiyeyê dubare kir ku Abdullah Ocalan ji "mafê hêviyê" bêpar e.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) jî amadekariyan dikin ku danezaneke nû pêşkêşî KW KE bikin.    'MAFÊ HÊVIYÊ DÊ TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE'   Endama OHD'ê Nagehan Avçîlê bal kişand ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a berdewam û destnîşan kir ku divê şert û mercên Ocalan bên başkirin. Avçîlê got: "Ji bo ku ev pêvajoya dîrokî bi awayekî tekûz û bibandortir were meşandin, divê sererastkirinên qanûnî yên der barê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan de ku 'mafê hêviyê' yê wî misgore dike, werin çêkirin."   Nagehan Avçîlê bal kişand ser biryara binpêkirinê ya DMME'yê û wiha got: "Xala 47'emîn a Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê (TCK), xala 25'emîn a Qanûna Bicîhanîna Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê û Xala 107/16 ew xal in ku çavkaniya binpêkirinê pêk tînin. Ji bo rakirina encamên vê binpêkirinê tu sererastkirin nehatine çêkirin. Sererastkirinên qanûnî yên ku werin danîn dê her wiha piştrast bikin ku girtiyên siyasî yên ku cezayên girankirî yên heta hetayê distînin dikarin ji 'mafê hêviyê' sûd wergirin. 'Mafê hêviyê' dê hem ji hêla qanûnî ve hem jî ji hêla siyasî ve tevkariyê li pêvajoya civakeke demokratîk bikin."   'EM LI GEL PÊVAJOYÊ NE'   Nagehan Avçîlê destnîşan kir ku biryara "mafê hêviyê" 11 sal in nehatiye bicîhanîn û got ku hewldanên ji bo bicîhanîna biryarê berdewam dikin. Nagehan Avçîlê diyar kir ku Lijneya Dadê dê di civîna xwe ya Îlonê de mijara "mafê hêviyê" bîne rojevê û ew ê berî wê danezaneke nû bidin. Nagehan Avçîlê wiha domand: "Eşkere ye ku pêvajoya ku bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê, lê di heman demê de li herêmê jî dê bibe sedema aştî û civakeke demokratîk. Misogerkirina sererastkirinên qanûnî yên pêwîst û garantiyên qanûnî ji bo pêkanîna baş a vê pêvajoyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tevkariya tevahiya raya giştî ya demokratîk ji bo vê pêvajoyê, ji bo serdestbûna aştiyeke dîrokî li herêmeke ku şer lê serdest e, pir girîng e. Wekî OHD, em vê pêvajoyê esas digirin û bi her tevkariyê li gel wê ne."   Nagehan Avçîlê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ev demeke dirêj e, em li her platforman dibêjin ku dengê birêz Abdullah Ocalan bigihîje civakê dê aştî û lihevkirina civakî misoger bike. Di vê demê de, banga birêz Ocalan a ji bo 'Civakeke Aştî û Demokratîk' a di 27'ê Sibatê de bangeke dîrokî bû. Ev bang ku xwedî girîngiyeke mezin a herêmî û cîhanî ye, gavek mezin e ber bi avakirina civakeke aştî û demokratîk a dîrokî ve. Di 9'ê Tîrmehê de, ji bo cara yekem piştî 26 salan, deng û dîmenê birêz Abdullah Ocalan gihîşt civakê û bi heyecaneke mezin hat pêşwazîkirin. 'Manîfestoya Civaka Demokratîk' ku wî di peyama xwe ya dawî de îşaret pê kir, dê di heman demê de rêberiya avakirina civakeke demokratîk jî bike."   MA / Omer Îbrahîmoglû