‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’ 2025-07-13 16:39:00   STENBOL - Di panela “Elewî li ser aştî û civaka demokratîk diaxivin” de beşdaran bal kişandin ser têkoşîna hevpar.     Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de bi civaka Elewiyan re civiya. Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bahçelîevler a Stenbolê bi navê “Elewî li ser aştî û civaka demokratîk diaxivin” panelek hat lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên elewiyan û partiyên siyasî tev li bûn.    Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar di panelê de axivî û got ku Elewiyan û Kurdan di tevahiya dîroka xwe de li dijî înkarê li ber xwe dan. Arîfe Çinarê got: “Ji bo pêşîlêgirtina vê înkarê, îro pêvajo tê meşandin. Aştî û hemwelatiya wekhev em dikarin bi hatine gel hev û bi têkoşîneke hevpar di destûra bingehîn de bicih bikin.”    Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.