Hejmara 124’an a kovara Jinê derket 2025-07-13 10:22:56 STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Jin tên kuştin edaleta mêr bêdeng e” derket.    Hejmara 124’an a kovara Jinê bi manşeta “Jin tên kuştin edaleta mêr bêdeng e” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser komkujiyên jinan, polîtîkaya necezakirinê û têkoşîna jinan.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:   * Di Peymana Stenbolê de em li ku ne? / Meral Daniş Beştaş   * Li Kurdistanê anatomiya tundiyê: Bi azadiya jinê re jiyaneke nû / Adalet Kaya   * Deriyê di Mihrîcana Jinan de vebûyî: Li dijî qirkirina jinan pêşniyarên çareseriyê / Aylîn Karakaş   * Dema Înanna dimeşe: Berxwedan û şerê taybet / Dîlan Bebleşîn   * Jinên ku tu îktîdaran nekarî serî pê bidin tewandin / Oya Açan