2 girtî serbest hatin berdan 2025-07-12 17:38:34   STENBOL - Reşat Ozdîl ê ku piştî 31 salan ji girtîgehê serbest hat berdan, got: "Kêfxweşiya me, piştî Rêber Apo bigihê azadiya xwe ya fizîkî wê çêbibe."    Reşat Ozdîl ê ku di sala 1994'an de li Amedê hat binçavkirin û paşê hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê lê birî, piştî 31 salan ji Girtîgeha Hejmara 1 a Tekirdagê derket. Ozdîl, ji aliyê MA-TÛHAYDER'ê û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.    Sedat Alçîçek ê ku di sala 2009'an de li navçeya Berwarî ya Sêrtê hat binçavkirin û paşê hat girtin, beriya Ozdîl bi çend saetan ji heman girtîgehê derket. Alçîçek jî tev li pêşwazîkirina Ozdîl bû.   Ozdîlê ku li ber girtîgehê axivî, got: "Em kêfxweş in ji ber ku derketine. Lê hişê me, ruhê me û dilê me li hundir e. Kêfxweşiya me, piştî Rêber Apo bigihê azadiya xwe ya fizîkî wê çêbibe. Îro ro têkoşîn ber bi asteke din ve çûye."    BERDANA WÎ HATIBÛ TALOQKIRIN   Lijneya Îdare û Çavdêriyê, berdana Ozdîl ê ku diviyabû di 12'ê Tîrmeha 2024'an de bihata berdan, taloq kiribû.