Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike 2025-07-11 15:10:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Nêçîrvan Barzanî têkildarî merasîma şewitandina çekan daxuyaniyek da û got: “Ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê, gavekî girîng e. Ev gav, dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike."    Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têkildarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li ser hesaba xwe ya platforma X’ê peyamek da û got: “Dê pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû bike.”    Barzanî, got: “Em piştrastin ku ev gav dê pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû bike û gavên pratîk ên ku dê pêvajoya rast pêş bixe jî li pey bên avêtin.”    Barzanî, diyar kir ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo serkeftina pêvajoyê dê her cure alîkariya xwe bidomîne û wiha domand: “Di vê oxirê de, wekî her carê em amade ne ku her cureyên alîkariyê bidin û ji bo hêsankirinê peywira dikeve ser milê xwe bicih bînin.”    Nêçîrvan Barzanî, got: “Ji bo hewldan, piştevanî û keda birêz Serokkomar Erdogan a ji bo serkeftina pêvajoyê aştiyê, spasiya wî dikim û wî pîroz dikim.”    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her wiha, em bi rêzdarî li rola birêz Bahçelî û birêz Ocalan û hemû aliyên din ên ji bo serkeftina aştiyê dixebitin, dinihêrin.”    Barzanî, got: “Her kes di aştiyê de qezenc dike û serkeftina aştiyê dê xizmetê ji Tirkiye, hemû herêmê û hemû aliyan bike.”