Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin 2025-07-11 13:32:03   ENQERE - Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, piştî merasîma şewitandina çekan a PKK’ê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo gihîştina armancê qonaxa krîtîk hatiye derbaskirin.   Cîgirê Serokê Giştî û Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, têkildarî torena şewitandina çekan a PKK’ê, li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da. Çelîk, diyar kir ku gava yekemîn pêk hatiye. Çelîk, di parvekirina xwe de destnîşan kir ku serdanên DEM Partiyê yên ji bo partiyên din ji bo pêvajoyê sûdewer e û ev tişt got: “Ji bo pêvajoyê beşdariya îradeya Meclisê û ya partiyên din dê şênber be.”   ‘QONAXA KRÎTÎK HATE DERBASKIRIN'   Çelîk, diyar kir ku qonaxa ku pêvajo gihîştiyê ji bo armancê krîtîk bû û ew qonax hatiye derbaskirin. Çelîk di pavekirina xwe de got: “Bi îradeya serokkomarê me ve pêvajoya ku wek projeya dewletê birêve diçe, ji bo bighîje armaca xwe, hişyariya li dijî hemû cureyên provokasyonan didome.”