Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin 2025-07-10 12:26:21 STENBOL - Serokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a bidîmen û got: “Divê êdî guherînên yasayî bên kirin û gav bên avêtin.”  Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, têkildarî peyama bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û torena ku tê payin PKK sibe li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê li dar bixe axivî.    Çakmak, diyar kir ku banga bidîmen a Abdullah Ocalan girîng e û got: “Ji bo me ya girîng ew bû ku kesekî di nava hewldana aştiyê de dengê xwe gihande hemû dinyayê. Bi sala ye her kesî mereq dikir ka çi dixwaze. Digotin ‘Di heyatê de çekan bernadin, rêxistin xwe fesix nake.’ Armanca rêxistinê ya ji vir ev bû; têkoşîna man û nemanê bû. Peyam hate dayin ku tişta dikare bi vê rêbazê were kirin hate kirin. Tişta herî girîng ew e ku têgeha aştiyê bi dengekî bilind hate gotin. Dihat mereqkirin ka dê birêz Ocalan çi bibêje û wî jî got; ‘Bila aştî were vê xakê.’”    ‘KARÊ VÊ QONAXÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ NE’   Çakmak, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan got ku mercên maseya muzakereyê amade ne. Birêz Ocalan got; ‘min gavên pêwîst avêt, rêxistin jî piştî banga min dê çekan berde. Bi vê biryarê re em derbasî qonaxeke nû dibin.’ Ev qonax jî ew e ku divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Ji bo gavên şênber jî zemîn amade ye. Ya ku dê vê zemînê xurt bike jî dewlet û Meclis e. Avakirina komîsyona li Meclisê û beriya her tiştekî divê sererastkirineke qanûnî ku xebat û esasên komîsyonê diyar dike hebin. Birêz Ocalan, di heman demê de destnîşan kir ku divê çarçoveyeke maseya muzakereyê û mercên xebata wê diyar dike bê avakirin. Birêz Ocalan, got ku yek ji sedema sereke ya serneketina pêvajoya 2013- 2025’an, nebûna yasayan bû. Weke mînak, Mutebeqeta Dolmabahçeyê çêbû. Heke ew pêvajo yasayî bûya dê Erdogan nekariya bigota ez nas nakim. Di halê hazir de divê guhertinên yasayî bên kirin û dem hatiye ku dewlet gavên pêwîst biavêje.”    BANGA DÎROKÎ ÇI VEDIBÊJE?   Çakmak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bang dibêje ku astengiyên burokratîk rakin. Çi ne ev? Anku dibêje girtiyên 30 sal in di girtîgehê de û Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên wan asteng dike berdin. Anku dibêje rewşa Saziya Tipa Edlî û meqamên hêzên ewlekariyê ku dibin sedema girtîmayina girtiyên nexweş ji holê rakin. Anku dibêje werin em li ser maseya muzakereyê, têkildarî pergaleke li ser esasê hemwelatiya wekhev biaxivin û di vê mijarê de di destûra bingehîn û di qanûnan de guhertinan bikin.”    ‘NAYÊ WATEYA KU EM Ê NETÊKOŞÎN’    Çakmak, têkildarî gotina Abdullah Ocalan a “Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min tu carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexs nabe ji ya civakê were cudakirin. Bi azadiya şexs civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.” jî ev nirxandin kir: “DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara binpêkirina ‘mafê hêviyê’ da. Xwedî mafekî neteweyî û navneteweyî ye û divê ev maf bê cîbicîkirin. Nexwestina wî nayê wê wateyê ku em di vê mijarê de têkoşîneke hiqûqî nemeşînin.”    DÊ SERÎ LI KW KE’YÊ BIDIN    Çakmak, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di îlona 2024’an de têkildarî “Mafê hêviyê” salek dem daye Tirkiyeyê û got: “Ev dem diqede. Tirkiyeyê di plana çalakiyê ya 2025’an de got ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek di rojeva wan de nîne. Divê KW KE ji bo ‘mafê hêviyê’ bikeve nava hewldanên ‘cidî.’ Li hêla din cezayê muebbeda girankirî tenê birêz Ocalan eleqedar nake. Erê rast e ji bo pêvajoyê û mercên xebatê yên azad girîng e. Lê li gel wî, her wiha zêdetir hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî hene. Di Îlona pêş de KW KE dîsa li ser mafê hêviyê nîqaşê bike. Di vê mijarê de xebatên me didomin. Em ê di demekî nêz de tevî saziyên hiqûqê serlêdanê bikin.”    ‘AŞTÎ BI TEMAMIYA CIVAKÊ RE TÊ KIRIN’    Çakmak, ji bo torena çekberdanê jî wiha got: “Ji hêla dîrokî ve em girîng dibînin ku OHD jî li wir be. Heke rewşekî bêpevçûn were afirandin, ji bo me çûna wir biqîmet e. Aştî, bi tevahiya civakê re tê kirin. Lewma divê tenê du alî li wir nebin. Divê rêxistinên civaka sivîl jî li wir bin. Weke berpirsyartiyeke civakî me jî xwest li wir bin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû