‘Divê dewlet pêvajoyê dirêj neke’ 2025-07-10 12:24:57 AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz banga Abdullah Ocalan nirxand û got: “Piştî çekdanînê êdî divê dewlet bi hincetan ve pêvajoyê dirêj neke.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de bangek dîrokî ya bidîmen kir û di bangê de destnîşan kir ku ne ji çekê ji hêza aştiya civakî bawer dike û got: “Ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Mûhîttîn Muguç û Serokê Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin. Muguç, bal kişand ku gelê Kurd û gelên din piştî 26 salan cara ewil e dîmenê Abdullah Ocalan dibînîn û got: “Demeke direj e gel deng û dîmenê ku xeyal dikir, dît. Ev li ser gel bandoreke zêde çêkir.”   ‘GUHERÎNA ZIHNÎ DIVÊ’     Muguç, destnîşan kir banga Abdullah Ocalan hem ji bo PKK’ê û hem ji bo dewletê ye û wiha pê de çû: “Têkildarî mekanîzmaye çekdanînê tiştên zelal vedibêje. Beşa herî girîng a bangê avakirina komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin bû. Beşa din jî balê dikşîne ser berpirsiyariya civakî. Der heqê qonaxa vê pêvajoyê dibêje ji stratejiya azadiya neteweyî derbasî stratejiya civaka demokratîk. Hiqûqa ku rêzdar Ocalan qal dike, hiqûqa civakî ya kur ê dide da ku her kesek bikare xwe di nava civakê de bi zimanê xwe, bi siyaseta xwe ve xwe ava bike. Heman demê de dibêje siyaset valahiyê qebûl nake, lêbelê em ê çawa vê valahiyê dagirin? Dê ew valahî bi civaka demokratîk û siyaseta demokratîk be. Ji bo vê yekê divê gel, dewlet xwe di guhertineke zihnêi de derbas bikin.”   ‘DIVÊ ASTENGIYÊN HIQÛQÎ BÊ RAKIRIN’   Muguç, diyar kir ku divê ji bo pêşketina gelên Kurd û gelên din astengiyên hiqûqî bê rakirin û ev tişt got: “Dema ev astengî hatin rakirin jixwe dê pirsgirêka Kurd bi awayeke xwezayî çareser bibe. Ji bo vê yekê pergaleke ku her kes bikaribe beşdar bibe pêwîst e.”    ‘BANG JI BO AŞTIYEKE MAYÎNDE GIRÎNG E’     Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku bang ji bo aştişyeke mayînde pir girîng e û wiha axivî: “Dê PKK’ê torena çekdanînê di rojên pêş de li dar bixe. Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de ev geşedaneke dirokî ye. Piştî çekdanînê êdî divê dewlet bi hincetan ve pêvajoyê dirêj neke. Em dikarin ji bo vê qonaxa niha bibêjin ku aliyê Kurd gelek sozên xwe bi cih aniye. Divê êdî dewlet ji bo çareseriyê xaçerêyek çeke. Herwiha gelek pinpêkirin hene divê hevrûbûnek jî çêbibe û desthilat berpisrisyariyên xwe bi cih bîne.”   ‘DIVÊ HER KES BEŞDARÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE’   Yilmaz, bal kişand ser girîngiya komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêyî DEM Partî û partiya desthilatdar divê hemû partî, saziyên civakî beşdarî pêvajoyê bibin û bibin alîkar. Em wek ÎHD, texrîbatên di 40 salan de baş dizanin û me arşiv kirî. Ji bo aştiyeke mayînde em ji bo cîbicîkirina berpirsiyariyan amade ne.”