Dê navê Dengbêj Şakiro li Agiriyê nemir be 2025-07-10 09:25:34 AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê dê navê Dengbêj Şakiro li meydaneke bajar bike. Hevşaredar Mehmet Akkuş, got: “Em, meydanekî xwedî gelek armancan ava dikin.” Şaredariya Agiriyê, Projeya Qada Bajêr a Şakiro dide destpêkirin. Amedekariyên projeya ku demek dirêj e hatine destpêkirin ji bo jiyana civakî li navenda bajêr xurt bike, dê qadên şênahiyê, qadên bêhnvedanê, rêyên meşê, qadên rûniştinê û qadên çalakiyên cur be cur  di nav xwe de bihewîne. Piştî qedandina projeyê, dê meydanê ji bo welatiyan bibe cihê hevdîtina jiyana wan a rojane û nîşanek sembolîk a nasnameya bajêr.   QADA ŞANO Û XWARINGEHA BAJÊR     Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkûş, têkildarî Projeya Qada Bajêr de agahî da û diyar kir ku yek ji sozên wan ên di hilbijartinê de ew bû ku cihekî welatî bêhna xwe lê vedidin ava bikin. Akkûş, destnîşan kir ku dema dest bi erka xwe kirine gelek proje afirandine û wiha axivî: “Em qadeke şênahiyê û ji bo çalakiyan ku di nava westa bajarvaniya ku hemû deverê dike beton ji bo nefesê bide û îmajeke nû ji bajêr re çêbike ava dikin. Em ji bo hemû civak were lê bêhn vede û têkiliyên civakî pêş bixe qadeke ava dikin. Em, meydanekî xwedî gelek armancan ava dikin."   Akkûş, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê vê projeya ku 8 hezar metrekare ye heta payîzê xilas bikin. Dê li jorê qadê bi tevahî bibe qada şênahiye û darên bên çandin ji bo bêhnvedana welatiyan. Herwiha dê qada şano û xwaringeha bajêr jî bê avakirin.”    ‘EM E NAVÊ DENGBÊJ ŞAKIRO BIDIN JIYÎN’   Dê navê Şakiro yê ku di çanda dengbêjiyê ya Kurdî de cihekî girîng digre li projeya nû bê kirin. Akkûş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê navê Şakio li vê qadê bikin. Şakiro di heman demê de ji Agirîyê ye. Gazineke Şakiro li dijî gelê Agiriyê hebû. Me jî xwest bi vê projeyê ve nirxên çandî bidin jiyîn.”