Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin 2025-07-10 09:01:53     ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt ku du zarokên xwe di şer de winda kiriye, banga rawestandina şer kir û xwest komîsyon were avakirin û gav bên avêtin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" daxuyaniyek dîrokî da û banga wî ya bidîmen ku piştî 26 salan hat weşandin, bala cîhanê jî kişand. Abdullah Ocalan ku bi girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê re daxuyaniyê ragihand, girîngiya vekirina pêşiya siyaseta demokratîk û civakîbûna aştiyê dubare kir. Piştî banga duyemîn a bidîmen ku beriya merasîma danîna çekan a PKK'ê li Silêmaniyê hat kirin, çavên her kesî careke din çû ser gavên ku dê dewlet bavêje. Ji derdorên cuda bang tên kirin ku dewlet gavan bavêje.    DU ZAROKÊN XWE WINDA KIR   Yek ji van kesan Peyrûze Kûrt e ku kurê wê Aydin Kûrt (Egîd Dildar) ê YPS'î di sala 2016'an de jiyana xwe ji dest daye û keça wê Nûdem Kûrt (Newal Mêrdîn) a YJA STAR'î di sala 2024'an de jiyana xwe ji dest daye. Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê Peyrûze Kûrt kêfxweşiya xwe û hêviya xwe ji bo pêvajoya ku ji bo bidestxistina aştiyê dest pê kiriye anî ziman û got: "Ev pêvajo hem ji bi min pir zor hat hem jî pir baş hat. Min du zarokên xwe spartine axê. Lê ji aliyê din ve, min got, 'ez gelekî giriyam, lê bila kesên din negirîn.'"    'BILA DEWLET GAV BIAVÊJE'   Peyruze Kûrtê diyar kir ku ew bi salan e ji bo bidawîanîna şer û avakirina aştiyê têdikoşe û got: "Zarokên min ji bo aştî û biratiyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî heft salan min cenazeyê kurê xwe Aydin wergirt. Min hîn cenazeyê keça xwe Nûdemê negirtiye, lê ez dîsa jî ji bo aştiyê bang dikim. Wekî dayikek ku du zarokên xwe winda kirine, ez dixwazim êdî dewlet gavan bavêje û şer bi dawî bibe. Wekî dayikên dilşewat, em bang li dewletê dikin; ji aştiyê netirse; gav bavêje."   'DÊ BIBE MÎNAK'   Perûze Kûrtê diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo her kesê li cîhanê bi qîmet e û wiha domand: "52 sal in kurd ji bo mafên xwe têkoşîneke mezin dimeşînin. Ez bawer dikim ku ger kurd û tirk li hev bên, şerên li cîhanê jî wê bi dawî bibin. Aştiya li Tirkiyeyê dê ji bo Amerîka, Îsraîl, Îran, Filistîn û her cihê ku xwîn lê tê rijandin bibe mînak. Em destpêkirina vê pêvajoyê pir girîng û erênî dibînin. Her kesê ku ji bo serkeftina wê hewl dide ji bo me bi qîmet e. Bila ev pêvajo bi encam bibe û ji bo tevahiya cîhanê bibe mînak."   GAVA EWIL   Peyrûze Kûrtê destnîşan kir ku yek ji gavên sereke yên vê pêvajoyê berdana girtiyên nexweş e û got ku divê derfet ji wan kesên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin re were dayîn. Peyrûze Kûrtê behsa polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên li ser kurdan kir û got: "Em jî dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe yê dayikê, rengê xwe û nasnameya xwe ya kurd bijîn. Divê mafên kurdan werin dayîn. Divê li meclisê komîsyonek were avakirin û divê her kes beşdarî vê komîsyonê bibe."   DIVÊ PARTÎ PÊVAJOYÊ JI GEL RE VEBÊJIN   Peyrûze Kûrtê bal kişand ser "Civînên Civaka Demokratîk" ên DEM Partiyê yên ku li ser pêvajoyê û got: "DEM Partiyê pêvajoyê bajar bi bajar ji raya giştî re rave dike. Divê dewlet û meclis bang li raya giştî bikin, komîsyonekê ava bikin û her partî civînên ku pêvajoyê ji raya giştî re rave dikin li dar bixin. Ji bo ku ev xwîn raweste û aştî pêk were, divê her kes erka xwe bi cih bîne."    AŞTIYEKE MAYINDE   Peyrûze Kûrtê, her wiha bal kişand ser rola jinan di aştiyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne tenê dayikên kurd, divê dayikên tirk jî biçin û bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Ocalan ne tenê ji bo kurd û tirkan, lê ji bo her kesî aştiyê dixwaze. Şerên li Rojhilata Navînê xizanî û bêaramiyê tînin. Ji ber vê yekê, ez bang li dayikên tirk dikim ku werin cem hev û em aştiyeke mayînde pêk bînin. Werin em cîhanê bikin gulistan."    MA/ Ûgûrcan Boztaş