Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin 2025-07-08 16:56:22   ENQERE - Girtiyê nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, ji sedî 76 astengdar e û ji bo tehliyeyê serlêdan kir. Serlêdana Ayik, hate redkirin.    Girtiyê nexweş Devrîm Ayik li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Çavê Ayik ê rastê bi temamî û yê çepê jî ji sedî 70 nabîne. Her wiha guhên wî baş nabihîsin û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Rapora Ayik a “Ji sedî 76 astengdar e” heye. Ji bo Ayik sewqî Saziya Tipa Edlî were kirin, serlêdan hate kirin.    Beriya Ayik sewqî ATK’ê were kirin, di 17’ê Nîsanê de derxistin pêşberî Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê. Lijneya nexweşxaneyê nirxandina “Hewcehî bi taloqkirina înfazê nîne” kir. Dozgeriyê jî ev rapor esas girt û serlêdana bi daxwaza tehliyeyê ya Ayik di 5’ê Gulanê de red kir.    Ayik, têkildarî raporê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li dijî wî tên kirin, ji Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newros Uysal Aslan re name şand. Newroz Uysal Aslan jî hem têkildarî pirsgirêkan hem jî têkildarî taloqkirina înfaza Ayik serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.    'KIRARIYA LI DIJÎ QANÛNÊ’   Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li gorî qanûnan nirxandina ATK’ê mecbûriyeteke û wiha hate gotin: “Lêbelê ev hukmê aşkera di mînaka Devrîm Ayik de jinedîtî ve hatiye dîtin, rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê esas hatiye girtin û bêyî sewqî ATK’ê were kirin, daxwaza ji bo taloqkirina tehliyeyê hatiye redkirin. Lê di rapora behsa xeberê de nexweşiyên piralî, pêş dikevin û yekser gefê li jiyana wî dixwin bi hûr û kûr hatine vegotin; dema bi raporê din re dide ber hev jî tê dîtin ku astengdariya wî zêde bûye. Ev ne tenê cotstandartiyeke, di heman demê de nîşan dide ku hiqûqeke keyfî di meriyetê de ye û mafê jiyanê yê girtî bi aşkerayî hatiye binpêkirin.”    Di berdewamê de hate diyarkirin ku erk û berpirsyartiya komîsyonê ye ku têkildarî kêmasiyên di mewzûatê de çareseriyan peyda bike û vê tavilê cîbicî bike. Her wiha hate xwestin ku komîsyon hem biçe serdana Ayik hem jî xebatên ku binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş bi dawî dike, bimeşîne.    'JI HÊLA QANÛNÎ VE QONAXEKE MECBÛRÎ YE’    Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza ku Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê bibersivîne, pêşnûmepirs pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di pêşnûmepirsê de wiha hate gotin: “Taloqkirina înfaza girtiyên nexweş, li gorî xala 16’emîn a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Cezayê û Tevdîrên Ewlehiyê ya bi Hejmar 5275’ê, divê rapora lijneya nexweşxaneyên dewletê yên baş, ji hêla ATK’ê ve bên nirxandin. Anku nirxandina ATK’ê, li gorî qanûnan qonaxeke mecbûrî ye. Lêbelê, ev hukme di mînaka Devrîm Ayik de bi aşkerayî hatiye paşguhkirin; tenê rapora nexweşxaneyê esas hatiye girtin û bêyî sewqî ATK’ê were kirin jî dozgeriyê daxwaza tehliyeyê red kiriye. Di vê rewşê de, rewşên ku dewletê ‘raporên nexweşxaneyê têr nakin’ girtiyên nexweş şandî ATK’ê hene û li rexa din jî ji bo girtî Devrîm Ayik ku rewşa wî giran e jî bi hinceta ‘rapora nexweşxaneyê bes e’ sewqî ATK’ê nehatiye kirin. Gelo ma ev ne nakokiyeke aşkerayî ye? Gelo wezareta we vê rewşa bi nakok û dijî mewzûatê çawa rave dike?”    MA / Mehmet Aslan