Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû 2025-07-04 12:53:54 ŞIRNEX -  Li deverên bi daristan ên herêma Çiyayê Gabarê şewat derket. Ji ber bayê, şewat di demekî nêz de li herêmeke berfireh belav bû.     Li qada daristanê ya hundê Kayaboyun ê li herêma Çiyayê Gabarê şewat derket. Ji ber bayê, di demekî kin de şewat li herêmeke berfireh belav bû. Hat zanîn ku karkerên Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di naverasta şewatê de mane.     Hat ragihandin ku karkeran ji bo vemirandina şewatê tankereke avê şandine lê tanker tenê devera li dora herêma petrolê direşîne.