Çetîn Arkaş hate berdan 2025-07-02 23:13:31   STENBOL - Çetîn Arkaş ku tehliyeya wî 8 caran hatibû taloqkirin û di Sekreteryaya Îmraliyê de cih digirt, ji girtîgehê derket.    Çetîn Arkaş ê di salên 2013-2015’an di “Pêvajoya çareseriyê” de di Sekreteryaya Îmraliyê de cih girtibû, ji Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) dihat ragirtin, hat berdan.   Çetîn Arkaş ji sala 1992’yan ve li girtîgehê dihat ragirtin. Li gel ku cezayê wî qediyabû jî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tehliyeya wî 8 caran bi hinceta“nebaşhaliyê” asteng kir.   Parêzerên Arkaş îtiraza biryara lijneyê kir. Piştî biryara Dadgeha Înfazê, Çetin Arkaş ji Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) ku lê dihat girtin, hate berdan.   ÇETÎN ARKAŞ KÎ YE?   Di sala 1992’yan de li Ispartayê hate girtin û piştre li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM'ê bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" biryara cezayê muebbedê lê birî. Çetîn Arkaş di “pêvajoya çareseriyê” de di 15’ê Adara 2015’an de ji bo “erka sekreteryayê” sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi  Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hate kirin. Arkaş li vê girtîgehê 9 meh û 10 rojan ma û piştre di 16’ê Kanûna 2015’an de sewqî Girtîgeha Marmarayê hat kirin.