Kerîm Boran ji girtîgehê derket 2025-06-30 13:55:23 STENBOL - Girtiyê nexweş Kerîm Boran piştî betalkirina cezayê wî ji girtîgehê hate berdan.    Girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dihat ragirtin û rewşa wî giran bû. Cezayê Boran, li ser biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hate betalkirin. Boran, ku biribûn Girtîgeha Metrîsê, li wir hate berdan.    Boran, ji hêla rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Yilmaz Hun ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.