Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin 2025-06-29 14:50:29   MÊRDÎN - Şaredariya Kerboranê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.    Şaredariya Kerboranê ya Mêrdînê ji bo zarokan şahî li dar xist. Di şahiyê de zarokan rûyê xwe boyax kir û karekterên xêzefîlman xêz kirin. Zarok, tev li malbatên xwe tev li bûn û kêliyên xweş jiyan. Hevşaredar Asya Gezer, di şahiyê de bal kişand ser eleqeya zarokan û got: “Kenê li ser rûyê zarokên me, ji bo me kefyxweşiya herî mezin e.”