Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin 2025-06-23 11:58:42 WAN - Analîstê siyasî Rizgar Roşanî diyar kir ku rejîma Îranê li ber hilweşînê ye û got: “Di qonaxeke wiha dîrokî de divê hêzên Kurd ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî û mafên xwe yên bingehîn, bi berpirsyarî û bi koordîneyî tevbigerin.”    Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 11’emîn de didome. Yek ji mijarên sereke yên tên mereqkirin jî îxtîmala parçebûna Îranê û guhertina rejîmê ye. Piştî destpêkirina êrişan, PJAK’ê bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku xweparastina xwe ya cewherî û rêveberiyên herêmî ava bikni. Aktîvîstê Rojhilatî û analîstê siyasî Rizgar Roşanî têkildarî geşedanên dawî ji ajansa me re axivî.    Rizgar Roşanî, diyar kir ku şerê Îran-Îsraîlê şerê jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn e û anî ziman ku Îsraîl bi alîkariya DYA’yê hewl dide pozîsyona xwe ya serdest a li hemberî Îran û Tirkiyeyê pêş bixe û Rojhilata Navîn li gorî vê perspektîfê dîzayn bike. Roşanî, da zanîn ku ev pêvajo bi “Pakta Îbrahîm” a di navbera Îsraîl û welatên Ereb re hatiye asayîkirin û bi êrişa 7’ê Cotmehê ya Hamasê re jî derbasî qonaxeke din bûye.    'ÎSRAÎL DIXWAZE REJÎMÊ HILWEŞÎNE’   Di berdewamê de Roşanî destnîşan kir ku sekna îdeolojîk a Komara Îslamî ku hebûna Îsraîlê înkar dike û piştgiriyê dide komên weke Hîzbullah, Hamas û Husiyan, ewlehiya herêmê gelek qels kiriye. Roşanî, got: “Di esasê xwe de sedema sereke ya êrişa Îsraîlê jî ev e. Îsraîlê di vê çarçoveyê de ji bo pêşîlêgirtina bernameya nukleerê ya Îranê û dewlemendkirina uranyumê, kir xist rojeva stratejiya xwe. Êrişên leşkerî yên dawî yên Îsraîlê, armanc dikir ku qebîliyeta leşkerî ya Îranê qels bike û nehêle bibe welatê nukleerê. Bêguman li gel vê armancê, heke Îsraîl nekare bernameya nukleerê ya Îranê bide sekinandin, hewl dide bêîstîqrariya navxweyî ya li Îranê zêde bike û hêzên li Îranê qels bike. Di heman demê de, Îsraîl hewl dide bi afirandina mercên guhertina rejîma Îranê ji gel re biafirîne.”    'ROJHILAT VEGUHERANDIN XETEKÎ EWLEHIYÊ’    Bi domdarî Roşanî diyar kir ku êrişên Îsraîlê bi taybet jî li dijî parastina Îranê, navendên nukleerê û fermandariyê û bi taybet jî li rojhilatê Kurdistanê û Tehranê disekine. Roşanî, wiha pê de çû: “Îran jî li dijî vê, bi bicihkirina pergalên parastinê û avakirina tebeqeyên parastinê re Rojhilat veguherand xeta ewlehiyê. Ev herêm, êdî bû xeta xweparastinê ya pêş a Komara Îslamî ya li dijî êrişên hewayî yên Îsraîlê. Tevî serweriya hewayî ya Îsraîlê jî, berteka Îranê ya fuzeyan, zirar da hinek bajarên Îsraîlê û nîşan da ku Tehran hêj jî xwedî kapasîteyeke berisvdayînê ya girîng e. Heke ev meyl berdewam bike, ev yek dê ji hêla pêşeroja ewlehiya herêmî û pergala nû ya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên stratejîk ên kûr biafirîne. Çendek roj piştî destpêkirina şer, Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi nûnerên sê welatên Ewropayê re civiya. Ev civîn, di demeke ku Îsraîlê êrişên li dijî Îranê zêde dikir, dixwest van êrişan zêde bike û DYA’yê jî ji bo bi temamî teslîmbûna Îranê bang dikir û jê dixwest dev ji bernameya nukleerê berde de hate kirin. Li dijî vê, Komara Îslamî got ku domandina muzakereyan girêdayî bidawîkirina dijminatiyan e.”    'ZEXTA LI SER GEL ZÊDE DIBE’   Roşanî, daxuyand ku bi geşedanên dawî re êdî ji bo bidawîkirina şer û ragihandina agirbestê pêdivî bi muzakereyên tevlihev heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefên stratejîk ên her du aliyan jî hene û her du alî jî amade nînin ku dev ji xetên xwe yên sor berdin. Lewma ji bo krîza heyî tavilê bi dawî bibe tu dibêtiyên zelal nînin. Di vê navberê de, domandina şer û kûrbûna wê dê ji hêla hundir ve dibe ku li Îranê rê li ber encamên mezin veke. Dê krîzên civakî û aborî giran bibin û gel dê di mijara cîbicîkirina pêwîstiyên weke xurek, derman û sotemeniyê de zehmetiyan bikişîne. Rewşa însanî jî nebaş dibe û zexta li ser gel roj bi roj girantir dibe. Bi heman awayî, rejîm bi hinceta sîxûran û piştevanên êrişên Îsraîlê, li Îranê, bi taybet jî li Kurdistanê pêlekî girtinê ya sîstematîk da destpêkirin.”    DÊ KURD BI ROLEKÎ ÇAWA RABIN?   Roşanî, bi lêv kir ku rejîm li ber teslîmbûn û hilweşînê ye û ev nirxandin kir: “Bicihanîna daxwazên gelê Kurd - dixwaze dema zeîf dibe, dixwaze jî piştî hilweşîna rejîmê - pir girîng e. Di serdemeke wiha dîrokî de divê hêzên siyasî yên Kurd û partî, di mijara parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û mafên sereke de bi roleke çalak rabin, bi berpirsyarî û bi koordîneyî tevbigerin. Di vê çarçoveyê de, Oartiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di şer de bêalîtiya xwe ragihand û rejîmê weke sedema şer dibîne. Sehayê û geşedanên jeopolîtîk bi nêrîneke realîst fêm dike û ragihand ku di demeke rejîm qels dibe yan jî hildiweşe de, di rewşeke bêîstîqrariya siyasî çêdibe dê jî amade ye berpirsyartiya parastina Kurdên Rojhilat li xwe bigire. Ev yek, ji bo Kurdan gelek girîng e.”    YEKITIYA DI NAVBERA KURDAN DE   Roşanî, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Armanca PJAK’ê, parastina nasname, maf û ewlehiya civaka Kurd e. Di heman demê de PJAK wisa difkire ku ji bo hedefa xwe bicih bînin, pêwîstî bi yeknêrîn, koordînasyon û hevkariyeke berfireh a bi hemû partî û tevgerên Kurd re heye. Ji ber ku tenê bi yekitî û plansaziyeke hevpar dikare ji firsendên heyî sûd were girtin û pêşî li xetereyên heyî were girtin. Ev nêzikatî, ne tenê gaveke ji bo cîbicîkirina daxwazên gelê Kurd ên dîrokî ye, di heman demê de dikare bike ku hêzên din ên siyasî jî di dema krîzan de modeleke rêvebirinê yê realîst û berpirsyar pêş bixin.”    'OCALAN JI BO AŞTIYÊ ÇARÇOVEYEK PÊŞKEŞ KIRIYE’    Roşanî, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Nêzikatiya mudaxileker a hikûmeta Tirk a di vî şerî de xwedî girîngiyeke stratejîk û taktîk e. Peyama sedsalê ya aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  weke hîmeke girîng ê pêvajoya aştiyê, di mijara kêmkirina rageşiyên siyasî û civakî yên li herêmê de xwedî potansiyeleke mezin e. Ocalan, bi destnîşankirina girîngiya bidawîkirina tundiyê, rêzgirtina li hemberî mafên mirovan û mafê tayînkirina qedera xwe ya gelê Kurd re çarçoveyek pêşkeş kir. Ocalan, ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û îstîqrara herêmê çarçoveyeke diyalog û hevkariyê pêşkeş kiriye.”    'PÊŞNIYARA OCALAN JI BO HER KESÎ BÛYE HÊVÎ’    Roşanî, da zanîn ku peyama Abdullah Ocalan ji bo aktorên li herêmê çareseriyên aştiyane pêş bixin jî modeleke hêviyê dide pêşkeş dike. Roşanî, axaftina xwe wiha qedand: “Heke hikûmeta Tirk di mijarên siyasî, hiqûqî û civakê de bi Kurdan re muzakereyan bike, têkiliyên erênî pêş bixe û gavan baivêje, ev yek dê xetere û bêîstîqrariya li herêmê bike û ewlehiya navxweyî zêde bike. Di heman demê de, bi vê pêvajoyê re dê mudaxileya derve ya li dijî hundirê Tirkiyeyê jî kêm bike û dê ji bo zemîneke siyasî ya dê li Rojhilata Navîn pergaleke biîstîqrar û piralî ava bike jî bibe alîkar.”    MA / Adnan Bîlen