Baroya Amedê: Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê 2025-06-20 14:55:31   AMED - Baroya Amedê diyar kir ku polîtîkayên koçberiyê ya Tirkiyeyê û berpirsyartiyên navneteweyî hev nagirin û got: “Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê. Divê dawî li sepanên gotinên nefretê û paşveşandinê bînin.”    Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê bi boneya 20’ê Hezıranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da. Serokê Komîsyonê Ahmet Mulla Muhammed daxuyanî xwend û got ku niha li seranserî cîhanê 122 milyon û sed hezar kes bi darê zorê ji warên xwe hatine kirin. Muhammed, got ku penaber ne tenê ji îstatîstîkan pêk tên û her yek ji wan xwedî serpêhatiyekê ye. Muhammed, da zanîn ku statuya penaberan, di Peymana Cinevê ya 1951’ê û bi Protokolo Hejmar 1967’an bi aşkerayî hatine naskirin.    Muhammed, destnîşan kir ku li gorî daneyên UNHCR’ê di sala 2025’an de hejmara kesên li seranserî cîhanê bi darê zorê ji wanên xwe hatine kirin derketiye 122,1 milyon kesan û got ku ev mijar berpirsyartiya hemû mirovahiyê ye.    POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ REXNE KIR   Muhammed, îstatîstîkên Serokatiya Îdareya Koçeberiyê ya Tirkiyeyê yên sala 2025’an parve kir û got ku niha li welat 2 milyon û 691 hezar û 160 Sûriyeyî bi Statuya Parastina Demkî dijîn, 9 hezar û 9 kes bi Statuya Parastina Navneteweyî û milyonek û 106 hezar û 188 kes jî destûra îkametê ne. Muhammed, anî ziman ku li gorî daneyên saziyên serbixwe, hejmara penaberan a li Tirkiyeyê pir zêdetir e. Muhammed, destnîşan kir ku polîtîkayên koçberiyê yên Tirkiyeyê û berpirsyartiyên navneteweyî yên weke Peymana Cinevê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hev nagirin û got: “Meseleya koçberiyê dikin meseleyeke siyasî, gotinên neftetê zêde dibin û penaber bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin. Divê fatureya krîza aborî û pirsgirêkên civakî penaber nedin.”    BERTEK NÎŞANÎ SEPANA PAŞVEŞANDINÊ DA    Muhammed, da zanîn ku di mijara mafên tenduristî, perwerde û mafê xebatê de penaber pirsgirêkên cidî dijîn, li Navendên Paşveşandinê û Qadên Hewînê yê Demkî însanî nînin, her çend Tirkiyeyê gotibe 273 hezar Sûriyeyî vegeriyane jî ev reqem zêde hatiye nîşandan û piraniya wan bi dilxwazî venegeriyane. Muhammed, got ku li Tirkiyeyê rewşeke aştiya mayinde tune ye û got: “Paşveşandina bi darê zorê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”    HIŞYARIYA PÊLA KOÇBERIYÊ YA REXÊ ÎRANÊ VE    Muhammed, xwest ku Tirkiye ji bo îxtîmala pêla koçberiyê ya ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve jî amadekarî bên kirin.    Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:    “*Divê mercên jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê ji bo penaberan bên avakirin.    *Ji bo bidawîkirina şerên li Sûriye, Filistîn û Îranê divê raya giştî ya navneteweyî bikeve nava tevgerê.    *Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê, sepanên gotinên nefretê û paşveşandina bi darê zorê bên bidawîkirin.”    Baroyê da zanîn ku rapora berfireh li ser malpera xwe parve kiriye.