Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e 2025-06-18 13:24:53 AMED - Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şanê, li ser wesiyeta wê piştî 29 salan anîn Amedê û li vir hate definkirin. Kurê Eyşe Şanê, Mûrat Kersen, got: “Li mala xwe, li xaka xwe vegeriya. Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e.”    Hunermenda gewre ya Kurd Eyşe Şanê wesiyet kiribû ku dema wefat kir li Amedê were definkirin. Wesiyeta Eyşe Şanê piştî 29 salan bicih hat û cenazeyê wê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate definkirin. Cenazeyê Eyşe Şanê ji Îzmîrê anîn Amedê, jinan darbesta wê hilgirtin ser milên xwe, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û piştre jî cenaze hate definkirin.    Kurê Eyşe Şanê, Mûrat Kersen hestên xwe yên têkildarî bicihanîna wesiyeta dayika xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir. Mûrat Kersen, diyar kir ku ji ber hinek sedeman salên dirêj nekarî cenazeyê dayika xwe bîna Amedê. Kersen, got: “Dayika min hem gihişt me hem jî gelê xwe. Êdî dayika min emanetî gelê Kurd e. Ji me zêdetir hûn ê bên vê derê, hûn ê xwedî lê derkevin. Dê gelê Kurd ji Mêrdînê, ji Wanê, ji Şirnexê bê vê derê. Êdî bûbû hunermenda gelê Kurd û ji ber ku gihişt gelê Kurd, keyfxweş im. Di anîna cenazeyê wê ya li vê derê de tu pirsgirêk derneketin. Ez spasiya kesên ji bo definkirinê bûne alîkar dikim. Dayika min emanetî we ye.”    'LI MAL Û XAKA XWE VEGERIYA’   Neviya Eyşe Şanê, Elîf Kersen jî got: “Hinek dereng bû lê dîsa jî gihişt hezkiriyên xwe. Li mala xwe, li xaka xwe vegeriya. Dê ruhê wê şad be. Hêvîdarim kesên ji bo wê duayan dikin pir bin. Dê hezkiriyên wê bên û jê re duayan bikin. Wesiyeta wê bicih hat. Îşala her kes wekî tê xwestin hezkirin û eleqeyê nîşan bide.”    MA / Mujdat Can