Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin 2025-06-18 11:14:05   BEDLÎS - Li Bedlisê ji bo tunekirina daristanan di nava 4 salan de 54 îhale hatin kirin. Ji van îhaleyan 11 jê bi îdiaya “herêmên piştgiriyê didin terorê” û bi çavdêriya cendirmeyan hatin kirin. Ji bo dar dîsa şîn nebin, ji rih ve hatin jêkirin. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan got ku ji sedî 40’ê daristanên bajar hatine tunekirin.     Li Kurdistanê şewatên li herêmên leşkeran ên di bin navê ewlehiyê de tên derxistin, di sala 2016’an piştî ragihandina OHAL’ê ji hêla îktîdara AKP’ê ve, cihê xwe ji birîna daran û ji kokê ve jêkirina daran re hişt. Li gel Şirnexê ku di bin navê “herêma ewlehiyê” de bûye hedefa polîtîkaya eko-qirkirinê ya îktîdara AKP’ê, li Bedlîsê jî qirkirineke mezin a daran tê kirin. Di nava 4 salan de li Bedlîsê ji bo tunekirina daristanan 54 îhale hatin kirin. Ji van îhaleyan 11 jê jî di bin navê “Karê birîna daran a ewlehiyê ya li herêmên alîkar ên terorê” de hatin kirin. Dar, di bin çavdêriya cendirmeyan de hatin kirin û ji bo dar dîsa şîn nebin ji kokê ve hatin derxistin. Wêneyên hatine kişandin, asta eko-qirkirina ji dawiya sala 2015’an heta niha tê domandin jî radixe ber çavan.    Pêvajoya eko-qirkirinê wiha dimeşe; ji ewil cendirme biryarê didin ka dê li ku dar bên birîn, piştre vê biryarê ji walîtiyê re dibêjin, walîtî jî fermanê dide Midûriyeta Karê Daristanan, midûriyet îhaleyê li dar dixe û piştre jî di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Piştî birîna daran, darên hatine birîn didin ber firotinê. Li ser malpera e-satiş (firotin) a Midûriyeta Giştî ya Daristanan jî wêneyên darên hatine birîn û hûrgiliyên herêma dar lê hatine birîn tên parvekirin. Li ser wêneyên darên hatine birîn ên di malperê de hatine weşandin, nîşeya “Darên bi sedema terore ji bo ewlehiyê hatine birîn” hatiye nivîsandin.    Yek ji herêmên sereke yên dar lê tên birîn jî navçeya Xîzanê ye ku bi xwezaya xwe ya xweşik tê naskirin. Li herêma Şêx Cûmayê ku di navbera Bedlîs-Xîzanê de ye û hêj qedexe ye, li Motka û Geliyê Axkîsê qirkirineke daran a mezin tê kirin. Ev qirkirin piranî li gundên Oleka Jor, Oleka Jêr, Enlêp, Badan û gelek deverên din ên têketin û derketina wan qedexe ye, didome. Di navera salên 2015 û 2024’an de li gundên Bedlîs, Xîzan û Tetwanê ev qirkirin dihat kirin û di sala 2025’an de jî bi îhaleyekê re daristanên Geliyê Xakîsê jî hatin firotin. Fîrmaya ku îhale wergirtiye, birîna daran didomîne.    NAVÊ ÎHALEYÊ: BIRÎNA DARAN A EWLEHIYÊ YA BI SEDEMA TERORÊ      Midûriyeta Rêvebirina Daristanan a Bedlîsê ku girêdayî Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Xarpêtê ye, tenê di navbera salên 2021 û 2024’ê de ji bo bi hezarn hektarên daristanê tam 54 îhale li dar xist. Ji van îhaleyan 11 jê di bin navê “Birîna daran a ewlehiyê ya bi sedema terorê” hatin kirin. Tevahiya van herêmên behsa xeberê jî li devera Şêx Cûma û Oleka Jor û Oleka Jêr in ku hêj niha jî qedexe ne.    JI BO DÎSA ŞÎN NEBIN JI REH VE TÊN DERXISTIN      Wêneyên peykê yên derketin holê, asta qirkirina daristanan a li Bedlîsê jî derdixe holê. Ev wêne, vê qirkirina di bin navê “ewlehiyê” de tê kirin jî radixe ber çavan. Bi taybet jî di wêneyên peykê yên sala 2015’an ên Xîzanê de herêmên kesk û bi temamî daristan xuya dikin lê sal bi sal ev daristan hatine tunekirin. Texrîbata herî mezin a di wêneyên peykê de xuya dike jî, bi taybet jî li gundên Şêx Cûma, Motka, Oleka Jor û Oleka Jêr ên hêj qedexe yên navçeyê xuya dike. Qadên van gundên ku bi sala ne qedexe ne, şêniyên wê piştî nîşandana nasnameyan derbas dibin û ambargoya xurekan li ser heye, mîna çolistanê bûne.    Gundiyên li herêmê, têkildarî vê qirkirina daristanan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Gundiyan gotin ku dar li vir nayên birîn, bi makîneyan ji reh ve tên derxistin. Rêyên ji bo makîneyên kar daran bibirin li herêmê hatine çêkirin, talan û wêraniya li herêmê hatiye kirin baştir vedibêjin. Gundî dibêjin; ‘Ji bo ew dar careke din şîn nebin, tişta ji dest tê dikin.”    'GELEKÎ JI KOKA XWE QUT DIKIN’   Ji welatiyan Ahmet Şîmşek, ev tişt anî ziman: “Daran, di esasê xwe de me dibirin. Dema em nerazîbûna xwe nîşan didin, motorvanan tînin û daran dibirin. Dewlet, li gorî keyfa dilê xwe mitehitekî diyar dike û birîna daran dide wî. Heta rehên daran jî jê derdixin da ku şîn nebin. Me serî li ku derê dabe jî feyde nekir. Em çûbin cem kê jî dibêjin ‘herêma terorê’ û daristanan dibirin. Em tenê temaşe dikin. Li tevahiya herêma Xerzanê dar tên birîn. Anku kesek bibêje ‘me li wir kesek dît’, wê derê yekser didin ber îhaleyê. Tenê daristan nayên birîn, bi dozeran gir û ax jî tên tunekirin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Serkêşiya vî karî jî cerdevan û leşker dikin. Êdî vê talanê bidin sekinandin. Ev ne tenê birîna daran e, her wiha qutkirina gelekî ya ji kokên xwe ye.”    'NÊZÎ JI SEDÎ 40’Ê QADA DARISTANÊ HATE TUNEKIRIN’    Wekîlê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ku demekî kin berê li herêmên dar lê tên birîn lêkolîn kir, diyar kir ku li Bedlîs û Şirnexê komkujiyeke mezin a xwezayê tê kirin. Olan, da zanîn ku qadên daristanê ji ewil tên valakirin, piştre tên qedexekirin û herî dawî jî birîna daran dest pê dike. Olan, got: “Di nava 10 salên dawî de bi awayekî zanebûn, bi hinceta ewlehiyê daristan tên tunekirin. Ji daristanên Bedlîsê ji sedî 40 jê bi vî awayî hatine talankirin. Bi hinceta ewlehiyê herêmê ji daran vala dikin û hemû zindiyên li wê herêmê jî tune dikin. Yek ji bajarên herî zêde av lê heye, Bedlîs e. Lê piştî birîna daran êdî baran kêm dibarin û av her ku diçe kêm dibe. Weke mînak, pêdiviya daran a 18 bajaran ji Bedlîsê tê pêşwazîkirin. Dema ev tê kirin, rantekî mezin tê xwarin. Bi taybet jî li herêma Şêx Cûmayê, Xîzan û Motkayê, dar tên birîn. Hemû herêman jî cendirme diyar dike û li gorî daxwaza wan jî ev kar tê kirin.”    MA / Adnan Bîlen