Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome 2025-06-13 08:37:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, têkildarî êrişa ser Îranê got: “Ev operasyon, heta ku gef bi temamî ji holê tê rakirin dê bidome.”  Artêşa Îsraîlê li dijî Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu têkildarî êrişê vîdeoyek weşand. Netanyahu, got: “Ji bo jiholêrakirina gefa Îranê ya li dijî hebûna Îsraîlê, me operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Ev operasyon, heta ku gef bi temamî ji holê tê rakirin dê bidome.”    FERMANDARIYA GIŞTÎ YA ÎSRAÎLÊ DAXUYANÎ DA    Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr jî diyar kir ku ji bo êrişa li dijî Îranê demekî dirêj bû amadekarî dikirin. Zamîr, diyar kir ku bi êrişa dane destpêkirin re êdî li noqteyeke jêneveger in û got: “Ji bilî êrişa li dijî Îranê tu vebijêrkên me yên leşkerî nînin.”   Zamîr, bi domdarî got: “Em kesên gefan li me dixwin hişyar dikim, hûn ê bedelekî giran bidin. Bi deh hezaran leşker li ser sînor hatine bicihkirin. Em di nava têkoşîneke dîrokî ya mînaka wê tunene de ne. Ev operasyon, li dijî gefa tunebûnê gavekî jiyanî ye.”