Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin 2025-06-07 09:01:28 AGIRÎ - Bi germbûna hewayê re li Çiyayê Gilîdaxê jiyan ji nû ve zindî bû. Li başûrê Çiyayê Gilîdaxê dîmenên legleg, li aliyê bakur zeviyên xecxecokê mirov matmayî û heyran dihêle. Nû bihar hat Çiyayê Gilîdaxê bi bilindbûna 5 hezar û 137 metre ve çiyayê herî bilind yê welat e. Tevahiya salê li lûtkeya çiyê berf û qeşaya ku nahele û bi germbûna hewayê li kir jî bi renginiya xwe balê dikişîne.   GOLÊN LI DEŞTÊ   Li deşta li quntara başûr a çiyê, ku bi sedan cureyên organîzmayên zindî lê tên dîtin, golên biçûk ên bi helîna berfê re tije dibin bi sedan cureyên çûkan vedihewînin. Ji cureyên çûkan yên herî taybet jî legleg in. Her sal leglegên ku tên deşta li Çiyayê Gilîaxê hêlînên xwe li ser dîrekên ceyranê yên kevin çêdikin. Bi germbûna hewayê legleg hêk dikin û heta payîzê li vir dijîn. Ji aliyekî ve berfa li lûtkeya Çiyayê Gilîdaxê, li aliyê din jî deşta bi rengê biharê xemilî, dîmenên bêhempa derdixe holê.   ZEVIYÊN XECXECOK    Li quntarên bakurê Çiyayê Gilîdaxê, zevîyên Xecxecok balê dikişîne. Welatiyên li Gûndê Gewro yê li quntarê Çiyayê Gilîdaxê hatiye avakirin dijîn, bi bikaranîna sîstema şovê çandîniyê dikin. Di salekê de genim û ceh diçînin û sala dinê jî şov dikin û zeviyê vala dihêlin. Zevîyên vala bi Xecxecokar ve hatine xemilandin. Qadên Xecxecokê ku ji gelek bajaran Bi taybet Ji Agirî û Îdirê bi sedan welatî tên serdana vê derê.   MA / Omer Akin