Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan 2025-06-06 16:35:22 NAVENDA NÛÇEYAN – Di arefeya Cejna Qurbanê de 863 qeza çêbûn û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 319 kesên din jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya farazî ragihand ku di arefeya Cejna Qurbanê de 863 qeza pêk hatine Yerlîkaya diyar kir ku di van qezayan de 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 319 kes jî birîndar bûne.