Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt 2025-05-21 09:53:37 ENQERE - Siyasetmedar-nivîskar Mahîr Sayın bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK'ê û wiha got: “Pêvajoya nû dikare ji bo derbaskirina krîza di nava tevgera sosyalîst de xaleke destpêkê xurt.   Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de kir, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. PKK'ê ragihand ku biryara bêçalakîtî û bidawîkirina xebatan daye. Siyasetmedar û nivîskar Mahîr Sayin banga Ocalan û geşedanên dawî nirxand.   ‘DEMOKRASÎ WEK DIYARÎ NAYÊ DAYÎN’   Mahîr Sayin anî ziman ku tu caran demokrasî ji bo gelan wek 'diyariyek' nehatiye dayîn û wiha got: "Îro her pêngava ku wê ber bi civaka demokratîk ve were avêtin, wê bi şêweyê rastkirina têkiliya li kolanan li kursiya desthilatdariyê hatiye afirandin, pêk were. Delîla herî baş a vê yekê jî bi encamên berxwedana rasteqîn a ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê ev 40 sal in didomîne, tê nîşandan. Êdî hişmendiya hebûnê ya neteweya Kurd bi şeklekî rêxistinkirî ketiye dewrê ku nema dikare bi asîmîlasyonê were berevajîkirin û dewlet jî li ber ronkahiya vê rastiyê neçar maye ku xwe ji nû ve binirxîne. Zîhniyeta dewletê ji ber ku hîn jî nikare paradîgmaya xwe ya damezrîner derbas bike, nizane çi bike.”   SOSYALÎZMA CIVAKA DEMOKRATÎK    Sayin di dewama axaftina xwe de bal kişand ser biryarên kongreya PKK'ê û bibîrxistina ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ û wiha got: "Ya ku kongreyê kir, pêşîgirtina li zimanê hevpar ê ku ava kiriye, ji bo di warê civaka demokratîk de weke fonksiyoneke xapînok a hegemonya çîna desthilatdar xizmetê neke. Kongre cewhera civaka demokratîk bi pêşniyara civaka li ser bingeha sosyalîzm, kolektîvîzm û komunalîzmê esas digire. Ev şêweyê tevgerê, eger mîna însîyatîfên berê bi şîdetê neyê tepisandin, di nava pêvajoyeke bê navber de rêya pêwîst û rast a ber bi pêşketina sosyalîzmê ve temsîl dike. Lê belê divê em zanibin ku çîna desthilatdar a civaka kapîtalîst ji xwe weke dewletekê ji bo pêşîgirtina li şîdetê, meşeke ku wê dawiya xwe bîne, hatiye birêxistinkirin."   Sayin got ku ev pêvajo ji bo hemû dînamîkên civakî teklîfeke têkoşîne ye û wiha got: 'Bi hişmendiya ku faşîzm tesfiyeya dijminahiya li demokrasiyê ye, divê muzakereyên ku pê re têne kirin ji têkoşîna antî-faşîst cuda neyê hesibandin. Bi tenê hêzeke gel a bi vî rengî ya rêxistinbûyî dikare wan ber bi demokrasiyê ve dehf bide. Naxwe ya ku ew ê bixwazin vê rewşê ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar bînin û ji bo dewreke din li ser bisekinin, çawa ku rejîmên berê ji bo berjewendiyên xwe kirine. Danûstandina bi faşîzmê re nayê wateya domandina têkiliyên baş bi wê re; tê wateya bi temamî têkoşîna li dijî vê. Di rastiyê de ya ku îro zemîna muzakereyê derxistiye pêş, ji bilî têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiya xwe bi deh hezaran feda kiriye, ti kes nîne.”   3 PEYWIRÊN GIRÎNG   Sayin diyar kir ku di rewşa heyî de sê peywirên girîng dikevin ser dînamîkên civakî û got, "Ya yekemîn avakirina eniyeke demokrasiyê ya antî-faşîst, antî-emperyalîst û antî şovenîst e. Ya duyemîn jî ew e ku baskê çep ê ku wê li dijî hêmanên rastgir û navendî yên vê eniyê were avakirin, di vê tevgerê de roleke rênîşandar dilîze, dema ku weke bloka sêyem ji geşedaneke domdar a sosyalîzmê re tê girtin. Ya sêyem jî ew e ku sosyalîst bikaribin deformasyonên sosyalîzma reel derbas bikin, têkiliyên takekesî-sosyal ên sosyalîst bi awayekî demokratîk ava bikin û bi bernameyeke nû di vê têkoşînê de rola rênîşandêriyê bilîzin. Eger em karibin astengiyên ji aliyê rejîma faşîst a roja îro ve hatine afirandin bi ser bixînin, rêya meşa ber bi sosyalîzmê ya bi Kurdan re, ku wê bibe bersiva tesfiyekirina PKK'ê, dibe ku di nava taybetmendiyên bêhempa yên rêxistinbûyînê de jî pêkan be ku di yekitiya hemû gelan de rê li ber azadî û sosyalîzmê vebe. Di vê kêliyê de rê bi awayekî teorîk vebûye. Lê belê tecrûbeyên dîrokî yên li cîhanê ji me re dibêjin ku di vê rêveçûnê de bûrjûva..."   'JI BO YEKITIYA ENTERNASYONAL ZEMÎNEKE XURT E'    Sayin der barê dengvedana Kongreya 12’emîn a PKK'ê de wiha hat got: "Li pêşberî vê rastiyê, pêngava bêdengkirina çekên ku PKK'ê bi pêşengiya Rêber Apo bi dest xistî û ji bo bicihanîna daxwazên azadiyê bi rêbazên siyasî ji bo tevahiya mirovahiyê weke qezencekê dîtiye û çepik lê hatiye xistin. Li gundekî cîhanî geşedanên baş ên ku di her malekê de pêk tên, di malên din de jî şahî û hêviyê diafirînin û ruhê têkoşer ê endamên malê bilind dikin. Ji ber vê yekê, têkoşîna demokratîkbûyîn û mafên mirovan a di asta gerdûnî de, ku demeke dirêj hebû, xuya ye êdî derfetên afirandina zemînên têkoşînê afirandiye, destpêkê li herêmê û her ku diçe di asta gerdûnî de zêde dibe. Mirov dikare bibêje ku ji bo yekitiya navneteweyî ya bindestan bingeheke xurt tê avêtin, ku heta roja îro bi ser neketiye.”   Birêz têkildarî peyamên Abdullah Ocalan ên derbarê pêvajoyê de jî wiha got: "Rêber Apo tu gaveke ku kesên pê bawer dikin şaş neke avêtiye û bingeha vê baweriyê neşikandiye. Di vî warî de pêwîst e ku di tevahiya pêvajoyê de hem bi rêxistina xwe hem jî bi her kes an jî saziyekê re bikeve nava têkiliyê. Her kesên dixwazin ber bi demokrasiyê ve pêş bikevin, yanî hemû mûxalefetên demokratîk divê baş zanibin ku yek ji şertên bingehîn ên vê meşê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e û bibe parçeyek ji tevgera hevgirtinê. Ev dê wek testeke lîtmûsê xizmetê ye ka dê ev pêvajo bi pêş bikeve yan na."   'DIKARE DAWÎ LI BANDORÊN DARBEYA 12 'Ê ÎLONÊ BÎNE'    Mahîr Sayin da zanîn ku eger pêvajo ji aliyê hikûmetê ve neyê astengkirin, ji bo Tirkiye bigihêje normên demokratîk wê zemîneke girîng ava bibe û 'sosyalîzma demokratîk' jî dikare derfetan peyda bike ku ji darbeya 1980'î û vir ve tevgera sosyalîst a Tirk di nava xitimandin û windakirina desthilatdariyê de ye. Sayin wiha axivî: “Potansiyela demokratîk a ji aliyê tevgera azadiyê ya Kurd ve hatiye komkirin, mîna ku di biryara kongreyê de jî tê vegotin, dikare ji bo ji nû ve avakirina sosyalîst û bilindbûna rêxistinbûyînên girseyî, gava bi sosyalîzmê re bê entegrekirin, destpêkeke girîng ava bike. Mirov dikare bibêje ku ev derketina nû, li gel vegotinên xwe yên di asta gerdûnî de, dikare ji bo tevgera sosyalîst a li Tirkiyê ji krîza ku niha tê de derbas bibe bibe destpêkeke xurt.”   'TÊKOŞÎN WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE'    Sayin gavên ku divê dewlet ji bo pêvajoyê bi ser bikeve wiha rêz kir: 'Ya yekemîn; misogerkirina şert û mercên xebatê yên Birêz Ocalan, peydakirina pozîsyoneke ku karibe bi awayekî azad tevbigere, êrîşên li dijî mûxalîfan rawestîne, tavilê girtî serbest bên berdan û ji bo demokrasiyeke rasteqîn hilbijartinên azad di zûtirîn dem de pêk bên. Têkoşîn wê diyar bike bê ka armanc pêk hatiye yan na.”   MAHÎR SAYIN KÎ YE?    Mahîr Sayın di sala 1948 'an de li Rizeyê ji dayik bû. Heta salên xwe yên zanîngehê li Enqereyê perwerdeya xwe qedand, piştre ji Beşa Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) mezûn bû. Sayın di salên xwe yên xwendekariyê de beşdarî çalakiyên Federasyona Kulûbên Ramanê (FKF) û Ciwanên Şoreşger bû. Di sala 1971’ê de li gel Îlhamî Aras û Mustafa Kaderoglu ji bo endamtiya rêxistinê 3,5 salan di girtîgehê de ma û di salên piştre de jî xebatên xwe yên siyasî berdewam kir Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, der barê Sayin de bi hinceta rêvebirê Tevgera Rizgariyê ye, doz hat vekirin û neçar ma Tirkiyeyê terk bike.   MA / Omer Gungor