AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’ 2025-05-20 13:26:19 ENQERE - Tevî biryarên binpêkirinê yên DMME û AYM’ê jî sepana “qeydkirina hevdîtinên girtiyan û barkirina nameyên wan a li UYAP’ê” didome. AYM’ê dîsa ji bo vê sepanê biryara binpêkirinê da.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo barkirina nameyên girtî û hikûmxwaran a li UYAP’ê biryara binpêkirinê dabû. Piştre jî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryareke nêzî wê da lê dîsa jî bi van biryaran nayê kirin. DMME’yê di sala 2022’yan de têkildarî Nuh Uzun û 13 kesên din dabû û piştre jî ji bo Muhammer Kukul, Eşref Kose, Kemal Karanfîl û Umît Karaduman heman biryar dabû. Tevî biryarên DMME’yê jî heman sepan hatin domandin. Li ser vê yekê AYM’ê dîsa têkildarî sepanê biryara binpêkirinê da. Girtiyê bi navê Omer Coşkun li dijî guhdarîkirin û qeydkirina hevdîtinan û barkirina nameyan a li UYAP’ê serî li AYM’ê dabû. AYM’ê ev serlêdan lêkolîn kir û biryara “Azadiya agahîgirtinê, mafê rêzgirtina ji bo jiyana taybet û mafê rêzgirtina li dijî jiyana malbatê hatiye binpêkirin” da.    Dema Coşkun li Girtîgeha Tîpa T a Keskînê dihat ragirtin, li dijî sepanê serî li Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran dabû lê encamek jê derneketibû. Li ser vê yekê jî di 3’yê Kanûna 2020’ê de serî li AYM’ê dabû. Di serlêdanê de hatibû gotin ku ev sepana behsa xeberê binpêkirina xalên 20’emîn û 22’yemîn ên Destûra Bingehîn e.    AYM’ê jî serlêdan lêkolîn kir ku ev sepan weke “mudaxileya li dijî agahiyên şexsî û azadiya agahîgirtinê” nirxand. AYM, bi domdarî biryara beriya niha ji bo Eşref Kose dabû bi bîr xist û biryara “Azadiya agahîgirtinê, mafê rêzgirtina ji bo jiyana taybet û mafê rêzgirtina li dijî jiyana malbatê hatiye binpêkirin” da.    AYM’ê got hewce nake ji ber barkirina nameyan a UYAP’ê kes jinûve were darizandin û ji bo qeydkirina hevdîtinên girtî jî biryara jinûvedarizandinê da. AYM’ê xwest ku 30 hezar TL tazmînata manewî were dayin.    BIRYAR BI PIRANIYA DENGAN HATE DAYIN    Biryar bi dengên Serokê AYM’ê Hasan Tahsîn Gokcan, endamên wê Recaî Akyel, Yûsûf Şevkî Hakyemez, Selahaddîn Menteş û Yilmaz Akçîl ve hate dayin.