Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî 2025-05-17 16:07:04   Rojane.manşet STENBOL / ENQERE - Di çalakiyên ku li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de hat xwestin ku girtiyên nexweş Kazim Avcı û Taylan Balatacı serbest bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di hefteya 686'emîn a çalakiyên "Çalakiya Rûniştinê ya F" de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Taylan Balatacı yê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin û daxwaza berdana wî hat kirin. Di daxuyaniyê de pankratên "Dermankirin mafe, nabe bê astengkirin" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin hilgirtin û sloganên wekî "Taylan Balatacı bila serbest bê berdan", "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin berzkirin. Hasta tutsaklar Avcı ve Balatacı için çağrı   NEXWEŞIYÊN BALATACI   Di daxuyaniya çapemeniyê de parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû diyar kir ku Taylan Balataci yê 48 salî 26 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên xwe wiha rêz kir: "Sendroma Wernicke-Korsakoff, Kêmbûna bîrê ya demkurtî, astim, vertîgo, hîdrocele, sendroma noronemîk, glosît, her wiha nexweşiyên kronîk ên mede, kaşeksî, atrofiya global ku wekî kêmkirin an jî windakirina fonksiyona beşeke mezin a hucreyên bedenê tên pênasekirin,   êşa pişt û stûyê û windabûna heskirinê di her du lingan de ji ber zirara masûlkeyên lingan, zehmetiya meş û tevgerê û bi alîkariya hevalên xwe dikare jiyana xwe bidomîne.   Nîmet Tanrikûlû da zanîn ku Balataci dema 22 salî bû çûye girtîgehê û anî ziman ku ji ber şert û mercên neyînî yên girtîgehê zû bi gelek nexweşiyan ketiye û wiha got: "Gelek nexweşiyên wî yên giran hene û her yek bi tena serê xwe tedawiya giran û desteka tibî dixwaze. Lê belê ji ber kêmasiyên mîna hewayê, xwegihandina nexweşxaneyê, kontrolên bi rêk û pêk, lêkolînên berfireh û agahîdayînê, pêvajoya tedawiyê di şert û mercên girtîgehê de bi rêk û pêk naxebite û ji ber vê yekê divê bê berdan û tedawiya xwe li derve bidomîne."   Tanrikulu xwest Balataci û girtiyên nexweş serbest bên berdan.   ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteyê 558an de li cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankayayê ya Enqerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivisî hat hilgirtin. Endam û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê, endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê Sevîl Turgut ve hat xwendin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî ku ji sedî 78 astengdar e.   Sevil Turgut diyar kir ku di girtîgehan de 161 girtiyên jin ên nexweş, hezar û 251 jî girtiyên zilam ên nexweş û bi giştî jî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Sevîl Turgut anî ziman ku girtiyên nexweş di şert û mercên girtîgehê de nikarin tedawî bibin û divê demildest bên berdan.   Sevîl Turgut bi lêv kir ku ew di hefteyê 558an de bal dikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Kazim Avci yê 70 salî û wiha axivî: “Kazim Avci tevî hê derbarê wî de hukum tune ye 9 sal û 6 meh in di girtîgehê de ye. Kazim Avci ji %78ê astengdar e û 58 sal in ji ber ku lingê wî yê çepê ji bejê ber bi jêr ve hatiye jêkirin, proteza 5 kîloyî ya bi amûra daliqandinê li stûyê xwe bi kar tîne. Ji xeynî vê protezê dema dimeşe her tim ken an jî kêzikan bi kar tîne. Ji ber ku dema di hucreya yekkesî de tê hiştin nekarî pêdiviyên xwe bi cih bîne. Piştî ku xizmê wî yê di heman girtîgehê de razî bû ku bi wî re li heman cihî bimîne, di warê lênêrînê û pêdiviyên xwe de piştgirî werdigire. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ji ber protezê zehmetiyê dikişîne nav otomobîlê û dimeşe. Her wiha nexweşiya dil jî bi wî re heye.”   Di berdewama axaftina xwe de Sevîl Turgut destnîşan kir ku Kazim Avci di 2ê Sibata 2022yan de di girtîgehê de qirîza dil derbas kiriye û wiha got: “Yek ji damarên wî bi tevahî girtî ye, stent li vê damarê xistine. Piştî krîza dil, hê jî di tiliyên destê çepê de êş û janberdewam dike. Dil bi kapasîteya ji sedî 40 dixebite. Ji bilî van, di salên 1998 û 2015an de ji ber nexweşiya di stûyê wî de du caran emeliyatên findiqa wî çêbûn û bijîşkan jê re gotin ku ew êdî nikaribe emeliyateke din bike. Her wiha, guman li ser kansera mîzdankê hebû û ji ber vê sedemê kişandina tîrêjên X-ê yên din hate xwestin. Ji ber ku prostata wî pir mezin bûbû, bi gumana penceşêra prostatê di bin çavdêriya domdar de bû. Wî diyar kir ku ew rojane 12 dermanên dil bikar tîne, 6 sibê û 6 êvarê, û her weha ji bo prostatê rojane 2 heb, ji bo şekir rojane 2 heb, ji bo têkçûna mîtralê rojane 1 derman distîne, û her weha di parêzê de ye. Di encama MRIya ku piştî êşa serê ya giran hat kişandin de, hat destnîşankirin ku xwînrijandina mejiyê wî heye û li deverên ku xwînrijandin lê çêbûye hin zirarên mayînde hene.Ji ber nexweşiyên giran ên Kazim Avci nikarie bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, divê muayeneyên wî di zûtirîn dem de werin kirin.”