Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû 2025-05-14 10:25:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim têkildarî pêvajoya nû got: “Erk û berpirsyartî dikeve ser milên me.” Ji fermandarên NPG’ê Amed Malazgîrt jî got: “Fesixkirin, destpêka serdema têkoşîneke mezin e. Barê li ser milên me hêj girantir bû.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê yekê PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Danezana kongreyê di 12’ê Gulanê de hate aşkerakirin û hate ragihandin ku PKK’ê xwe fesix kiriye.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), axaftinên di kongreyê de hatine kirin diweşîne. Li gorî nûçeya ANF’ê; Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim di kongreyê de anî ziman ku Abdullah Ocalan demekî dirêj e dixwaze PKK’ê nû bike. Ayten Dêrsim, gotina Abdullah Ocalan a “Yên xwe nû nekin hin kesên din wan nû dikin û yên xwe neguherînin tên guherandin” bi bîr xist û got: “Rêbertî dema ku demokrasî pênase kir ev yek got û dibêje, 'Demokrasî bi dînamîkê xwe yê cewherî, hêz û hişmendiyê bi pêş dikeve'. Lewma dest li PKK'ê werdide, diyar dike ku PKK'ê rola xwe temam kiriye, bûye malê dîrokê û li ser vê dîrokê xwe jinûve ava bike, bi hêza xwe û dînamîka xwe êdî divê civakî bibe.”   Ayten Dêrsim, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Rêbertî cewhera PKK'ê her tim weke jin pênase kir. Me jî hewl dan bi vê cewherê xwe ava bikin. Weke jinekê me dît ku eger PKK bi temamî li gorî felsefe, îdeolojî û stratejiya Rêbertî nekarî bimeşe, weke jinekê di vir de para min jî heye. Ji ber ku Rêbertî her tim mîsyonek danî pêşiya jinê. Li gel mîsyonê her wiha kûrahiya îdeolojîk û dilsoziya bi azadiyê re danî pêşiya jinê. Ji ber ku timî ev yek got, 'Ne tenê li benda guherîna yê li hember bisekine, divê hûn xwedî wê hêzê bin ku wî biguherîne'. Ji bo PKK'ê jî dema ku dibêje 'Dema xwe temam kir', ez bi vî rengî fêhm dikim. Weke ku Rêbertî dibêje, 'Dîrok di roja me de veşartî ye, em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne'. Dîrok hebûneke zindî ye. PKK bi xwe jî hebûneke zindî ye. Ne tenê naveke, ew felsefeyeke, îdeolojiyeke, pîvaneke jiyanê ye. Wê hebûna xwe afirand. Lewma dema ku Rêbertî dibêje hebûnek temam kir, ez bi wî rengî fêhm dikim. Yanî PKK bû malê civakê. Aliyên xwe yên kêmmayî hene, aliyên wê yên rêxistinî ne, rêbaza wê ye, nirxandina wê ye, nêrîna wê ye, mezinkirina wê ye.”    Ayten Dêrsim, got: “Lewma PKK çandeke, exlaq afirand. Hişmendî, hebûn afirand. Divê em vê hebûnê ava bikin. Dîroka me ya têkoşînê ya 52 salan, rastiya şehîdan, nirxên hatin afirandin, asta hate bidestxistin, mayindekirina van hemûyan bi fêhmkirina wê dibe. Çanda sosyalîst a ku Rêbertî destnîşan kir, çandeke demokratîk e. Rêveberiya ku Rêbertî destnîşan kiriye jiyaneke komunal e. Yekbûneke kolektîf e. Naskirina îradeya hev e. Mezinkirina hev e. Bêguman hîn kûr e.”    'BARÊ LI SER MILÊN ME GIRANTIR BÛ’   Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt jî wiha got: “Em baweriya xwe bi Rêber Apo tînin, pê bawer in heta dawiyê. Mîna milîtanekî PKK'ê em weke şexs fedaiyê Rêber Apo ye. Tiştê Rêber Apo got, ji bo me emir, talîmat e. Li gorî min eger Kurdistanek hebe, eger di nava wê Kurdistanê de Rêber Apo nebe, ew Kurdistan ne lazim e. Weke şexs ez di wê baweriyê de me. Erê niha PKK xwe fesix dike, li gorî min ji vir û pê ve êdî têkoşîneke hîn mezintir û bar hîn giran dibe. Ez Rêber Apo bi vî rengî fêhm dikim. Tevgerê bi vî rengî fêhm dikim. Hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê exlaqî û hem jî ji aliyê wijdanî rexnedayina xwe hîn baştir, bi bawer bidim û li ser wî esasî em ji bo hîn bêhtir rast tevlî Rêber Apo bibin, hemû derfetên xwe seferber bikim."