Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin 2025-05-14 10:24:04   AMED - Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya "Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê xwe re dicivin" heta niha zêdetirî 3 hezar mal ziyaret kir û zêdetirî 16 hezar name belav kirin.    Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir, DEM Partiyê ji bo vê bangê bi derî derî digere. Kampanyaya ku li Amedê di 22'ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, bi armanca ku bigihîje milyonek û 145 hezar mirovên bajêr berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê bi 340 komîsyonan û li 17 navçeyan ku 4 navend jî di nav de nêzî hezar û 500 kesî xebatên xwe didomîne. Heta niha li Rezan 420 mal hatine ziyaretkirin û xebat derî bi derî û kolan bi kolan berdewam dikin heta niha hezar û 700 name hatin belavkirin.   Di vê çarçoveyê de Rêxistina Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê bi 340 komîsyon û nêzî hezar û 500 kesî li 17 navçeyan ku 4 navend jî di nav de xebatên xwe didomîne. Heta niha di çalakiyên mal bi mal û kolanan de li Rezan 420 mal ziyaret hatine kirin û hezar û 700 name hatine belavkirin.    Li navçeya Peyasê 560 mal hatin ziyaretkirin û 2 hezar û 300 name hatin belavkirin. Li Yenîşehîrê 409 mal hatin ziyaretkirin û 2 hezar û 300 name hatin belavkirin. Li Sûrê 170 ziyaretên malan û hezar û 300 name, li Farqînê hezar û 207 mal û 7 hezar name û li Erxenî, 270 mal û hezar û 700 name gihandin welatiyan.    Tevî navçeyên gundewaran ji 22 'ê Nîsanê ve herî kêm 3 hezar û 900 mal serdan li bajêr hatin kirin û 16 hezar û 100 name hatin belavkirin. Di serdanên malan ên êvarî de endamên partiyê li buroyên navçeyê kom dibin û derî bi derî digerin. Li deriyê her malê xistin, endamên partiyê nameyên ku Hevserokên DEM Partiyê pêvajoya nû vedibêje hildigirin û her wiha li ser nirxandinên welatiyan ên derbarê pêvajoyê de têbiniyan digirin.      Weke Ajansa Mezopotamyayê (MA) me serdanên malan ên li taxa Kaynartepe ya Rezanê şopand.   'WÊ AZADIYA RÊBERTIYA ME PÊK WERE?'    Di serdanan de gelek mijarên ku welatî meraq dikin hene. Yek ji van a herî berbiçav jî azadiya Abdullah Ocalan e. Pirsa ku herî zêde ji endamên partiyê tê pirsîn ev e: Qala aştiyê dikin, lê wê azadiya Rêberê me misoger bibe?. Rewşa girtiyên nexweş û daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî jî di nava mijarên tên nîqaşkirin de cih digirin. Endamên partiyê her wiha malên partiya ne DEM Partiyî ne ziyaret dikin, der barê 'pêvajoya nû' de agahî didin û daxwaz û pêşniyar kom dikin.   'MA BÊYÎ RÊBERTÎ AŞTÎ DIKARE PÊK WERE?'     Di serdanê de Ferîde Ozdemîr a ku mala wê hate ziyaretkirin diyar kir ku divê êdî dayik negirîn û daxwaza xwe ya xwedî derketina pêşerojeke xweşik anî ziman. Ferîde Ozdemîr wiha got: "Divê di pêvajoya aştiyê de jî me nexapînin. Îro çek danîn û eger hîn jî zilmê li me bikin, nabe. Em qebûl nakin. Êdî bes e; ciwanên me di zindanan de ne."    Ferîde Ozdemîr destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengê wê pêvajoyê ye û wiha got: "Ew Rêberê me ye. Wî hemû salên xwe ji bo me feda kir. Îro jî pêwîst e em ji bo wî têbikoşin. Divê em berpirsyariyên xwe bicih bînin. Ma bêyî Rêbertî aştî dikare pêk were? Em azadiya wî dixwazin. Ji bo aştiyê niha dora Recep Tayyîp Erdogan e. Divê gavên şênber biavêje. Divê di vê pêvajoyê de gavên hevpar bên avêtin."   'EGER TECRÎD WERE ŞIKANDIN, EM Ê BAWER BIKIN'    Ji welatiyên mala wî hat ziyaretkirin yek jî jê Îdrîs Îlcan e û da zanîn ku aştî dikare rê li ber avakirina xweşikiyan veke û destnîşan kir ku divê aştî mayînde bibe, ne demkî be. İlcan wiha axivî: "Me heta roja îro ti carî bawerî bi dewletê neanî. Ji ber ku dewlet dema tiştekî dibêje li pişt gotinên xwe nasekine. Dema ku aştiyeke rasteqîn pêk were û tecrîd were şikandin em ê bawer bikin. Ji bilî vê ti baweriya me nîne. Divê dewlet mafên Kurdan nas bike. Di serî de divê zimanên wan ên dayikê nas bike."    Welatiyê bi navê Mehmet Sulhanli jî bal kişand ku ya girîng pêşveçûna erênî ya pêvajoyê ye û wiha got: "Dewlet jî di vir de xwedî rol û mîsyon e. Pêvajo çi zû bimeşe, ew ê baştir bibe. Bêyî ku Ocalan azad nebe ev pêvajo nikare pêş bikeve. Rêbertiya me wê li hundir be; em ê li derve azad bin? Tiştekî wiha mimkûn e? Ew nîne. Em her tim azadiya wî dixwazin."     MA / Heval Onkol