Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye 2025-05-12 14:06:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê Seddî Ehmed Pîre têkildarî biryarên kongreya PKK’ê axivî û got: “Gaveke erênî ye.”   Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre der barê biryarên di 12’emîn Kongreya PKK’ê de hatine dayin, axivî. Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku partiya wan ji dîrokê ve piştgiriyê dide aştiyê. Pîre ku ji Channel 8’ê re axivî, destnîşan kir ku Bafil Celal Talebanî gelek caran bi aşkera piştgirî daye vebijarka aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan.   Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku biryara PKK’ê ya ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî û xwe fesixkirinê, ji bo berdewamiya biratiya Kurd-Tirk wekî berê, gaveke erênî ye.