Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn 2025-05-08 16:37:01   AMED - Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, di torena mezûnbûnê de Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anîn.    Mezûnên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya sala akademiyê ya 2024-2025’an, bi torenekê bawernameyên xwe wergirtin. Di torenê de Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder jî nehat jibîrkirin.    Xwendekar, bi pankarta ku gotinên Onder ên “Em zarokên vê xakê ne, êşên me hevpar in” li ser hebû derketin platformê. Kêliyên hestiyar hatin jiyîn û ji bo Onder li çepikan hate xistin.    Piştî axaftinan, xwendekaran bawernameyên xwe wergirtin.