Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin 2025-05-08 11:24:19   STENBOL - Ji bo rojnameger Zeynep Kuray ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.    Rojnameger Zeynep Kuray, ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal ên di navbera salên 2014-2015’an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza Zeynep Kurayê li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Zeynep Kuray tev li danişînê nebû lê ji parêzerên MLSA’yê Batikan Erkoç tev li bû.    Di danişînê de dozger xwest ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” ceza were dayin.    Parêzer Erkoç jî diyar kir ku miwekîla wî nûçeyê dişopîne û dem xwst. Dadgehê jî bi sedema ku “kiriyara pê tê sûcdarkirin di qanûnan de weke sûc nehatiye destnîşankirin” biryara beraetê da.