ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye 2025-05-07 15:30:26 STENBOL - Endamên ÎHD’ê Nîhat Goktaş û Hulya Gerçek bi hinceta ji girtiyan re pere şandine hatin binçavkirin. ÎHD’ê bertek nîşan da û got: “Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li pêşiya avahiya xwe, der heqê endamên xwe Nîhat Goktaş û Hulya Gerçek ên ji ber şandina pereyan a ji girtîgehan re di 5’ê Gulanê de hatin binçavkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne, bila Nîhat Goktaş bê berdan” hate hilgirtin.    ‘PIŞTEVANIYA BI GIRTIYAN RE TIŞTEKÎ ÎNSANÎ YE’    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Idrîs Yîgît da zanîn ku endamên komeleya wan bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” hatine binçavkirin û got: “Endamên me ji girtiyan re pere şandin û ev piştevanî, tiştekî însanî ye. Girtî neçar dimînin ku pêdiviyên xwe yên sereke bi pereyan bikirin û dewletê bi vê rêbazê girtîgeh veguherandiye ticaretxaneyê. Ji ber bihayên zêde yên li kantînan, pêdiviya girtiyan bi alîkariya aborî dibe. Piştevaniya aborî ya bi girtiyan re dikin sûc û bi vê yekê girtiyan terkî birçîtiyê dikin.”    HER DU ÎHD’Î JÎ NEXWEŞ IN    Yîgît, diyar kir ku gelek nexweşiyên Goktaş hene û got: “Pereyên tên şandin di bin kontrola rêveberiya girtîgehê de ne û bi erêkirina wan tên bikaranîn. Divê Wezareta Dadê bibêje ka ev pereye çawa ji bo fînanekirina terorê tê bikaranîn. Nîhat Goktaş binçavkirî ye û ji ber berxwedana rojiya mirinê, sendroma wî ya Wernicke-Korsakoff heye. Girêdayî vê jî di axaftinê de zehmetiyan dikişîne û nikare bêyî alîkarî bimeşe. Her wiha nexweşê dil û tansiyona bilind e. Gelek caran bi ser hişê xwe ve diçe. Hulya Gerçek jî nexweşa penceşêrê ye. Divê Goktaş, Hulya Gerçek û hemû kesên bi heman sedemê hatine binçavkirin tavilê bên berdan.”    Parêzera ÎHD’î Jiyan Tosun jî got ku çûye serdana Goktaş ê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Stenbolê tê ragirtin û axaftina xwe wiha qedand: “Me li dijî binçavkirinê îtîraza xwe ya qanûnî kir. Li gorî qanûnan divê Dadgeriya Cezayên Sulhê di nava 24 saetan de bersivê bide, lê mixabin Nîhat Goktaş nikare ji vê qanûnê sûd bigire. Nexweşiyên giran ên Nîhat Goktaş e. Me raporên wî pêşkeşî dadgeriyê û dozgeriyê jî kir. Lê dîsa jî tu pêşketinek nîne. Di serdanê de hat gotin ku dê sibe bibin dozgeriyê û îfadeyê wî li wir bê girtin.”