Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin 2025-05-07 14:46:38   WAN - Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hate dayin û banga tevlibûna çalakî û xwepêşandanan hate kirin.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî, têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan. Daxuyanî, li Kolana Hunerê hate dayin û pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin.    Ji rêveberên Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Bîrhat Duman bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û got: “Zimanê Kurdî nirxê me Kurdan ê herî bingehîn e. Çavkaniya sereke ya hebûn, nasname û yekitiya me ya neteweyî ye; mifteya azadiya me Kurdan e. Çawa ku hemû neteweyên din bi zimanê xwe hene em Kurd jî bi zimanê xwe hene.”   ‘HEWL DIDIN ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RAKIN’   Bi domdarî Duman anî ziman ku mafên hemû zimanên cîhanê çi bin mafên zimanê Kurdî jî ew in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin, bi ji ber ku em Kurd bi salan tune hatin hesibandin, zimanê me Kurdî jî tune hate hesibandin, hat qedexekirin, rastî gelek êrişan hat. Hewl hat dayîn ku zimanê me Kurdî ji holê bê rakirin. Lê, me gelê Kurd bi têkoşîna xwe nehêla ev yek bê. Dîsa jî îro bi gelek awayên cuda zimanê Kurdî hê jî rastî tunehesibandin, qedexekirin û pişaftinê tê. Desthilatdar hê jî hewl didin ku bi gelek rê û rêbazên nûjenkirî zimanê Kurdî ji civaka Kurd qut bikin, sînordar bikin û di nava demê de bihelînin.  Bêguman em Kurd nahêlin ev yek pêk bê.”   ‘EM JIYANEKE BÊYÎ KURDÎ QEBÛL NAKIN’    Di berdewama axaftina xwe de Duman destnîşan kir ku ew ê di her şert û mercan de zimanê xwe biparêzin û wiha got: “Em jiyaneke bêyî Kurdî bi tu awayî qebûl nakin. Zimanê me Kurdî xeta me ya herî sor e. Rêzdar Abdullah Ocalan jî diyar dike ku ‘Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li zimanê xwe peywira hemû kesan e.’”   ‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE, KURDÎ BIBE XWEDÎ STATU’   Duman, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Helbet ji bo ku aştiyeke birûmet pêk bê û civateke demokratîk bê avakirin divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan tevahî bê rakirin, ji aliyê fîzîkî ve serbest û azad be, nasnameya Kurdî xwebirêvebirina me Kurdan ji aliyê siyasî û hiqûqî bê nasîn; zimanê Kurdî û hemû nirxên me Kurdan li her derê azad û serbest bin. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê be; di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Ji bo vê jî, em ê wek saziyên zimanê Kurdî, partî û hemû pêkhateyên demokratîk bi dirûşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ têkoşîna xwe bilindtir û berfirehtir bikin. Li ser vê bingehê; em ê heta 1’ê Hezîranê, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur ên Kurdî li nava civakê li dar bixin; li navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Em ê bernameyên meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi Kurdî, civînên zimanê Kurdî yên li nava gel, form, kursiyên gel, konên zimanê Kurdî, hînkirina alfebeya Kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi Kurdî, panel, sempozyum, şahî, konser, gotûbêj, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan têkoşîna ji bo zimanê Kurdî li her derê belav bikin.    DÊ ÇALAKIYÊN CUR BI CUR BÊN LIDARXISTIN   Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, serbestî û azadiya Kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên Kurdî yên ku kirine Tirkî li her derê belav bikin. Dîsa em hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê Kurdî belav bikin. Bi vê armancê; em bang li hemû sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û civakparêz, bi taybetî jî bang li jin, ciwan, rewşenbîr û li hemû Kurdan dikin ku; em hemû Kurd li dor zimanê Kurdî, yekitiya xwe ava bikin; her rojê bikin cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê Kurdî li her qadê bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin kurdîgehek. Bi van hest û ramanan, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be. Bijî zimanê Kurdî. Her dem Kurdî her der Kurdî. Kurdî, yekitî, azadî! Ji bo Kurdî her dem li her derê têkoşîn û xebat!”   Daxuyanî, bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” bi dawî bû.