Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin 2025-05-07 13:06:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyayê dê yekemîn zanîngeha Kurd were vekirin û li bendê ye ku di sala 2026’an de dest bi perwerdeyê bike.    Ji bo Kurdên li Ewropayê gaveke dîrokî tê avêtin: Li derveyî cografya Kurdistanê yekem zanîngeha Kurd sala 2026'an dest bi rêwîtiya xwe ya akademîk dike. Karên damezrandinê li ser mijarên tîm, avakirina budçeyê, amadekirina bernameya dersê û xurtkirina binesaziya perwerdeyê têne meşandin. Di çarçoveya projeyê de ku heyeta damezrîner ava bûye, organên wê yên îdarî gihîştine asta herî dawî, tê xwestin ku zanîngeh di sala 2026'an de dest bi hîndekariyê bike.   Serokê Deutsch-Kurdisches-Forum e.V. Dr. Yûnis Behram anî ziman ku ev hewldan tenê projeyeke hîndekariya bilind nîne, ji bo civaka Kurd a li Ewropayê serdemeke girîng a akademîk û çandî ye. Behram bi bîr xist ku fikrê li ser avakirina zanîngeha Kurd yekemcar di salên Şoreşa Rojava de kete rojevê û got: “Wê demê gava ku dibistanên sereteyî yên ji perwerdeya Kurdî vebûn, malbatan gotin, ‘Zarokên me wê bi çi rengî zanîngehê bixwînin?’ Em îro di wê astê de ne ku bersivê bidin wê pirsê.”   DI 2026’AN DE DÊ XWENDEKARÊN QEBÛL BIKE   Behram anî ziman ku destpêkê bi fikrê avakirinan “Enstîtuya Kurdolojiyê” ya li Almanyayê wan dest bi kar kir û bi demê re pêvajo veguherî zanîngeheke serbixwe, akademîsyen, dîplomat û siyasetmedarên Kurd û Alman piştgirî dan projeyê. Li gorî bernameya heyeta damezrîner zanîngeh wê heta dawiya sala 2026'an amadekariyên wê biqedin û xwendekarên xwe yên destpêkê qebûl bike.   DERS DÊ BI KURMANCÎ Û SORANÎ BÊN DAYIN   Zimanê perwerdeyê wê bi giranî Kurdî be; hem bi Kurmancî hem jî bi Soranî ders wê bên dayin. Di bernameyên zanistiya civakî û endezyariyê de li gel Kurdî wê bi Almanî û Ingilîzî jî ders bêne dayin. Zanîngeh plan dike ku ji bilî fakulteya tipê di çarçoveyeke berfireh de bernameyên lîsansê û lîsansa bilind pêşkêş bike. Bi taybetî beşên Kurdolojî, wêje, zanistên civak û endezyariyê li pêş in.   STATÛYA WÊ DI ASTA HÎNDEKARIYA BILIND A ALMANYAYÊ DE BE   Proje ji bo xwendekarên ku li Rojava û Başûr bi dîplomasiya lîseyê ya Kurdî mezûn bûne wê bibe firsendeke nû. Xwendekar piştî serlêdana online û pêvajoya ezmûnan wê karibin dîplomayên xwe bi dest bixin ku li Almanya û li ser asta navneteweyî derbasdar bin. Statuya zanîngehê wê di asta saziyên din ên hîndekariya bilind ên Almanyayê de be; qelîteya akademîk jî wê li gorî pîvanên Alman be.   Yek ji armancên zanîngehê jî ew e ku di dema dirêj de Kurdiyeke akademîk a hevpar di navbera zaravayên Kurmancî û Soranî de ava bike.   Yûnis Behram, ev tişt anî ziman: “Ev zanîngeh ne tenê saziyeke perwerdeyê ye, wê ji bo ziman û nasnameya Kurd li Ewropayê bibe gaveke destpêkê ya sazîbûnê. Di navbera civaka Alman û civaka Kurd de wê hevkariya akademîk û çandî bê xurtkirin; Kurdî wê li qada cemaweriyê bê bikaranîn.”